Sema Yüce: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
BKurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 45:
'''Çalakiya wê''', Sema Yüce piştî 6 salan li girtîgehê dimîne, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê, di sala 1998’an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21’ê Adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yuce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stenbolê, di 17’ê Hezîranê de bi çirûska agirê bedena xwe tev li karvanên şehîdên azadiyê dibe.<ref>{{Cite web|url=https://e-rojname.com/bs-jin/50395/|title=Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv {{!}} {{!}} E-Rojname|date=2019-06-17|language=en-US|access-date=2020-04-11}}</ref>
==Peyamên Sema Yuce==
'''Peyama
Hûn di wê medyaya ku we wek ahtepotekê dorpêç kiriye de jî binêrin, hûnê ew bombeyên di bedenên zarokên ku bûne Newroz de diteqin û copên ku li hêviyên wan dikevin bibînin. Ew nêzîkatiya xwe ya ku hûn nirx û qîmeta ku didin çivîkê li mala xwe û ew sûcê ku li dijî mirovahiyê pêk tê bînin pêşberî hev û bipirsin; ji bo me mirov tê çi wateyê? Bêyî hûn ji samîmiyetê birevin û rûpoşa emperyalîzmê bikarbînin, heke hûn bibersivînin, wê gavê dema hevdîtina meşa mezin a mirovahiyê nêzîk e.
Rêz 79:
Min dixwest ne tenê di cewher de, di pratîkê de jî ji çalakiya bêhempa ya xwedawenda me ya azadiyê rêheval Zîlan re bibim bersiv. Lê di şert û mercên zindanê de ev yek ne pêkan e. Azweriya min a azadiyê gelek mezin e. Ji bo vê azweriyê veguherînim hêza jiyanê, hebûna xwe diyarî Rêber Apo dikim. Jinên ku bikaribin xwe ji xweliyan ji nûve biafirînin û bibin çirûskeka vê yeke, dê wê demê bibin parastvanên Kurdistana azad. Lê belê dê ev tena serê xwe ji Rêber Apo re nebe bersiv. Ji bo bersivbûna vê yekê divê her dilên ku hatine reşkirin bi agirê bên safîkirin. Ez tenê dikarim dilê xwe bidim. Belê di Newrozkirina bedena xwe de girêdana xwe dîsa dubare dikim ku ez bi mejî, dil û her hucreyên bedena xwe girêdayî vê rêyê me.
'''Peyama
Hînbûna dîroka Kurdistanê û ji vê dîrokê derseke rast derxistin û li ser vê bingehê têgihiştina PKK’ê pêywira her kurdekî ye. Dema em li dîroka xwe dinêrin, lewazbûn, parçebûyîn, bêrêxistinî û îxanet tê dîtin. Ji ber ku kurd hêviyên xwe bi dervere gire didin, yekitiya wan pêk nayê. Lê Serok Apo û tevgera me PKK’ê êdî ev dîroka reş berovajî kiriye. Îroro em wek gel dîsa di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibin. Çawa ku dijmin derketina her serhildaneke kurd di nav de ew parçe kirine, bi herêma ku jê derketiye sînordar hiştibe û çawa ku li dora her rêberê kurdan ji derdora wî ya nêz îxanetkar derxistibe holê, di roja me ya îro de jî li vê berxwedan PKK’ê ev tê ferzkirin.
|