Qabîl û Habîl: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Min navên Adem û Hewa bi girêdan nivîsand. Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 36:
== Çîroka Qabîl û Habîl li gora Qur'anê ==
Xwedê
Bi vî avayî pir sal hatin û çûn. Wana tim û tim Xwedê ra dûa dikirin ku bila Ew guneyê wan biborîne û jiyîna malbata wan hinekê hesan bike. Xwedê jî ser vîna tesellî û şênahî da wan. Rojekî lawikek ji Hewa yê ra bû û navê wî jî Qabîl lê kirin. Adem û Hewa her roj sibê hettanî êvarê ji bona xwe û zarokê xwe xwerinê digeriyan.
Salekî
Rojekî Hz. Adem du karên cûda, da herdûyan. Qabîl gerek bibûna cotkar û zevî cot bikirana, Habîl jî gerek karê xwe yî ku herî hez dikir bikirana û pez û dewar biçêrandana. Pêş roj derketinê herdû bira ji şikeftê derdiketin. Yekê ji daran mêwên cûrbecûr top dikir, yê din jî pez diçêrand, şivantî dikir. Hz. Adem jî diçû nêçîrê û avê. Êvar êvar Qabîl mêve, Habîl şîr, Hz. Adem jî heywanên ku nêçîr kiri bû dahanî mal. Xwedê hê bêtir rizq û bext dida wan.
Rêz 46:
Hz. Adem xwest ku herdû zarokên xwe biceribîne ku hela herdû jî ji nîmetên Xwedê ra giramiyê dikin yan na. Lewma herdû jî şandin ser çîyayekî û ferman da ku bila tiştekî nav malên xwe da ji bona heywanan ser tepikekê cîh bêlin.
Habîl ji bona vî fermana bavê xwe gellekî dilxweş bû, lêbelê Qabîl qahriya û bi gazîn got:“ Ez hettanî ku va hemû tiştana dest xwe dixinim pirr hewl didim xwe. Ez qey niha malên xwe ser
Habîl dest da çû nav pezên xwe da yê herî rind û qelew derxist; dûra jî ew şerjê kir. Hz.Adem ji bona vî kirina lawê xwe gellekê dilgeş û dilşahî bû.
Rêz 52:
Qabîl bi mirûzekê tirş mêwen û sebzên yên herî helisî û puç top kir. Dilê vî aliyê karê viyê nebaş bû. Qet xweþiya wî nediçû ku fermana bavê xwe bîne cî.
Dûra herdû bira jî çûn ser tepika çiyê û xwestin mêze bikin ku qurbana wan hatîye qebûl kirinê ango na. Gava Habîl dîyariya xwe nedî desta fam kir ku qurbana wî hatîye qebûl kirinê. Lêbelê mêwên Qabîl yên helisî hîna mîna belê wer ciyê xwe da bûn û qet destik lê neketî bû. Yanê xelatên wî netibûn qebûl kirinê.
Habîl hema bi dilgeşî Xwedê ra şukir kir. Ser vî bûyêra qahr û çavtengiya Qabîl ji bona birê xwe hê zêdetir bû, wî mêze bavê xwe kir û got:“ Te Habîl ra dûa kir, lewma Xwedê dîyariya wî qebûl kir. Te ji bona min dûa nekir. Tu min hez nakî. »
Rêz 68:
Lêbelê Qabîl bi qiseyên birê xwe sukut ne bû. Dilê wî tujî hesûdî bû, ew bi peroşîyek mezin dilerziya. Dîsa pê qiriqa Habîl girt û qêriya ser:“ Gava ez te nekujim, ez gerê qe çêyiyê ji jiyîna xwe nebînim. Tu vîna fam nakî? » Habîl dîsa jê ra got : » Kekê min, tu bi kuştina min qe çêyiyê nabînî. Tu gerek vîna bizanî. Ez te xurttirim, lê dîsa jî gerek ez destê xwe ji dijî te ranekim û te nekujim. Ez ji Rebbê Alemê ditirsim. »
Habîl hêdî hêdî xwe ji dest kekê xwe da xelas kir û riya xwe da çû. Qabîl hinekî xwe fêdî kir, lêbelê dîsa jî înata wî pê girt: » Ez gerê te bikujim. » Bi vî avayî herdû jî vergeriyan şikeftê. Qabîl wî şevê hettanî serê sibê nekaniya birazê. Wî her dem dengê Şêytîn dibihîst:“ Hettanî ku tu birê xwe nekujî, tu gerek qet çêyiyê nebînî.“ Dema sibe bû, Qabîl qerera xwe yî dawiyê ji bona kuştina birê xwe da bû.
Habîl mîna timî dîsa bi fedakarîyek mezin ber pezên xwe bû. Qabîl çû cemê û gava birayê xwe wer dilxweş dît, hê bêtir qahriya. Xwe xar kir, kevirekî mezin girt û pê Habîl xist. Habîl hema şunê da mir. Bi vî avayî serê erdê cara yêkemîn qetl hat kirinê û cara yêkemîn xwîna mirovekî rijiya. Ser vîna
Dûra Qabîl dest pê kir ku rabe ser xwe. Lêbelê qe hal wî da nema bû û cem birê xwe da ket. Bi vî avayî hembêzê mirî ra çû û gîrîya:“ Aaaxx.. Habîl, Habîl, çi dibe rabe!“ Lêbelê Habîl bi rastî jî miriya bû, hemû jiyan ji cesedê wî da derketî bû. Gerek wî çi bikirana? Gerek wî cesedê birayê xwe çi bikirana? Wî pir raman kir, lêbelê qet çare nedî. Carkîda hat bîra wî ku birê xwe bide ser milê xwe û wî bibe derekî dûr. Bi vî avayî cesed da ser milê xwe û ket rê. Qabîl hettanî kuwestiya û bêhiş bû rê ket çû. Dûra cesed danî ser erdê û bi xwe jî cemê rûnişt. Qabîl him ji bona birê xwe digîriya him jî aha digot:“ Gerê min ew nekuştana!”
|