Wêje: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min destpêka tekstê de wêje ji destpêkê de nivîsand . Çinkî gotar li ser wê sernav e.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 17:
== Mijara wêjeyê ==
 
Têkiliya edebiyatê bi her tişt û her bûyerê re heye. Mijara edebiyatê însanmirov û jiyan e. Edebiyat her dem dixwaze ku tenêtiya însan, tengasî, evîn, keder, nefret, hemû hest û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasîn. Tu cudahiyê nake di navbera gel û mirovan. Dixweze aliyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; her alî van dixweze ku derxe holê û pêșkeș bike. Armanca edebiyatê îzahkirina hevpariya qedra ruhên însanan e. Bi hev nasîn û biberhevkirinê ji wan re bibe neynik. Bi van xisletên xwe edebiyat hûnereke gerdûnî ye.[5]
Di berhemên edebî de behsa însan, qilqiliya/tedirginiya wî, șașwazîya wî, hebûna wî, mirina wî, hêz û neçaretiya wî, șewqet û dilovaniya wî, hêrs û bêmerhemetiya wî, bêçaretiya wî, piçûkxistina wî, kul û keserên wî yên derûnî tên kirin. Herçiqas leheng û mirovên berhema edebî kesên dewerek belû bin jî, bi alîyên van ên însanî ve temsîlên hemu însanan in. Lewma birêz Mehmet Uzun dibêje ku: “Edebiyat xwedî hêzek jîndar e. Jiyanê watedar dike, nemabûnê dizivirîne geșbûnê, ji berxwedanê re dibe çavkanî. Tirsê dizivirîne cesaretê, yên ketî ra dike, tunebûnê dizivirîne hêviyê .” [6]