Hekarî (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 28:
 
==Dîrok==
Herêma Hekarî bi mîrektiya meşhûr bûye û di dîrokê de gelek şaristan dîtîne. Berî ku Osmanî bikevin nav herêma Hekarî, Hekarî di bin destê mîran da bû û carna selcukiyan, aqqoyunliyan û sefewiyan hikûm li ser mîrên Hekarî dikirin. Herêma Hekarî bi dûçûna Martin Van Bruinessen, [[Wan]]a niha û Bakurê Îraqê dihundirîne<ref group=a>Ağa,Şeyh,Devlet-Martinr. Van Bruinessen, r:221</ref>. Mîrên Hekarî xwe wek neviyên Ebbasiyan didene nasîn û niha jî li [[Colemêrg]]ê bermayiyên wan mayîn e.
 
Dema [[Tîmûrleng]] êrîş dibe ser herêma Hekaryan, Mîr Êzdîn Şêr berxwedaneke mezin nîşan dide. Lê ji ber bêexlaqiya şerê mongolan dijî kesên sivîl, Mîr Êzdîn Şer serê xwe li dijî Tîmurlenk ditewîne. Lê piştî Tîmurlenk destilatê teslîmî Êzdîn Şêr dike, vedigere. Paşî Aqqoyunî êrîşê dibin ser mîrektiya Hekaryanê. Aqqoyunliyan bi alikariya eşîreteke bi navê [[Dombilî]] ku ji eslê ji Cizîrê ne û Kurd in, Mîrê Hekaryanê kuşt û herêm teslîmî Dombiliyan kir. Herêma rojhilatê Hekaryanê dane begên Mehmudiyan. Serokê Mehmudiyan Şêx Mehmûd bû û ji eşîrên kurdan pêk dihat ev herêm.
 
Asaduddîn ku ji binemala mîrên Hekaryanê bû û li Misirê ji bo Memlûkan dixebitî. Asaduddîn bi rêya Asûriyên bazirgan ku di navbera her du herêman de ticaretê dikin, hate Hekaryanê û bi alikariya Asuriyan herêma Hekaryan ji Dombiliyan paqij kir. Dombilî paşî direvin û diçin bi desthilata Sefewiyan li devera [[Xoy]]ê dijîn<ref group=a>Ağa,Şeyh,Devlet-Martinr. Van Bruinessen, r:224</ref>..
 
Piştî Asaduddîn, kurê wî Zahid Beg bû desthilatê nû li herêmê. Wî jî dixebit ku herêma mayî ku di destê Mehmudiyan bistîne û bixe nav axa Hekaryanê de. Piştî Zahid Beg mirî axa herêma Hekaryanê bû du parçe. Yek parçe ji [[Westan]]ê pêkdihat ya din jî ji Colemêrgê pêkdihat. Rêvebirina van her du deveran de destê her du kurên Zahid Beg; Sayd Mihemed û Melîk Beg de bû. Kurê Melîk Beg, Zeynel Beg li dijî bavê xwe serî hilda û serkeft. Lê bavê wî Melîk Beg ji Colemêrgê reviya û çû Westanê li cem brayê xwe Sayd Mihemed. Sayd Mihemed piştî vê bûyerê bi alikariya eşîra [[Pinyanişî]]yan êrîş dibe ser Zeynel Beg û ji Colemêrgê derdixîne.
 
Ev mîrektî wî wextî li ser kaxezê her çend girêdayî Osmaniyan bin jî, wek dewleteke serbixwe tevdigeryan. Jixwe li gel Sefewiyan hevdîtin dikirin. Jixwe Waliyê Wanê Îskender Paşa yê Osmaniyan ji vê rewşê gelek nerazî bû. Ji ber vê nerazîbûnê Îskender Paşa ji Mehmudiyan alikariyê dixwaze û Sayd Mihemed digirin û îdam dikin<ref group=a>Ağa,Şeyh,Devlet-Martinr. Van Bruinessen, r:221</ref>. Piştî îdamkirina Sayd Mihemed, brazayê wî Zeynel Beg anîn Hekaryan û bû mîrê nû.
 
Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê ''tapû'' dihate dayîn.
Rêz 43:
Heta salên 1800an jî Kurd û [[Nastûrî]] li herêma Hekaryan bi hevra dijîyan. Lê piştî salên 1800an Împaratoriya Osmaniyan ber bi rûxandinê ve diçû û gelek dewletên rojavayî ketin nav herêmê da. Bi taybetî dewletên Fele/Katolîk/Ortodoks ketin nav herêma Hekaryan û feeliyetên mîsyonerî dikirin. Armanca wan ew bû ku Nastûriyan ji mezheba wan dûr bêxin û nêzî mezheba xwe bikin. Ji ber vê jî li herêma Hekaryan dibistan û dêrên nû çêkirin. Li ser çiyayekê [[Geliyê Tiyarê]] dibistaneke mezin û dêreke mezin hatibû ava kirin ku li hemû herêmê hatibûya dîtin. Ev pêkhate wekî qeleyê bûn ji ber wê jî tirs xiste nav kurdan. Ev karûbarên mîsyonera nerazîbûn di navbera kurdên herêmê çêkir. Bi zeîfbûna Osmaniyan û bihêzbûna dewletên rojavayiyan tesîrên xwe li ser herêmê hêdî hêdî dikir. Serokê Nastûriyan [[Mar Şîmon]] hêdî hêdî li herêmê dibû kesekê girîng û bihêz.
 
Di atmosfereke wiha de her sal Nastûriyan wek xelkê deverê bac dida Mîrê Hekaryanê Nurullah Beg, lê li sala 1843ê de dema Nurullah Beg baca xwe xwestî, Nastûriyan ev red kir. Li ser vê Nurullah Beg ji mîrê Botanê, Bedîrxan Beg re alikarî xwest. Van her du hêzan êrîş bir ser Nastûriyan û komkujiyeke mezin li deverê çêbû. Li sedsala 5ê heta niha kurd û nastûrî bi hevra dijiyan lê ev cara yekemîne ku tişteke wiha qewimî. Bi dûçûna gelek çavkaniyan armanca Bedîrxan Beg kuştina Mar Şîmon bû <ref group=a>Ağa,Şeyh,Devlet-Martinr. Van Bruinessen, r:276</ref>.
 
Piştî ev bûyer li dinyayê belav bû. Helwesteke dijwar li Bedîrxan Beg li dinyayê çêbû û ji ber van givaşan Bedîrxan Beg li sala 1847ê de xwe teslîmî osmaniyan kir û ber bi Stenbolê ve hate sirgûn kirin. Jixwe di van wextan de Padîşahê Osmaniyan Mehmûdê Duyemîn biryar dabû ku otoriteya navendî saz bike, ji ber wê jî mîrektiyên kurdan yekûyek ji holê radikirin.
Rêz 90:
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
* ''Ağa, Şeyh, Devlet'', Martin Van Bruinessen.
{{Çavkanî|group=a|2}}
 
== Bîblîografî ==