Helbest: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Min ji bo peyva erebî edebyat peyva resen wêje nivîsand. Her wiha min hinek peyv bi zarava standart kir.
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 1:
{{Wêje}}
'''Helbest''' an jî '''şiîr''' di [[Wêje|wêjeyê]] de beşek girîng e; ku di [[wêjeya kurdî]] de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatêwêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatêwêjeyê ya yekem helbest e<ref>Strachan, John R; Terry, Richard, G (2000).Poetry: an introduction. Edinburgh University Press. s. 119. ISBN 978-0-8147-9797-6</ref>.
 
==Helbest çi ye?==
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, [[deng]] û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina [[wêje]]yî<ref group="Nîşe">edebî</ref> ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdarahengdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
 
Di helbestê de bibîrxistin, [[nîgaş]]<ref group="Nîşe">xeyal</ref>, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin<ref group="Nîşe">îfade</ref> zêdetir porkirî ye, [[bilêvkirin]] zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî<ref group="Nîşe">melodîk</ref> e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.
Rêz 11:
 
==Çima Helbest?==
Nivisa kek Berken Bereh a di Kovara Nûbihar de bi navê “Helbest cihê sitarê ye".<ref>Kovara Nûbihar 135, Stembol, Bihar 2016, Rûpel 4</ref> "hat weșandin di derheqê helbestê de zaf agahîyên balkêș dihewîne. Beșek nivisê erkên helbestê wusawisa tîne ziman:
 
„Her çi qasî jiyana me ji ber metirsiyên ewlehî û aboriyê bi xem û qesewetê hatibe dorpêçkirin jî jiyan bi awayekî didome. Di vê jiyana nîvço de em hewl didin ku xwe biparêzin û jiyana xwe watedartir bikin. Bêguman „gotin“ nikare rê li ber van neçêyiyan bigire. Lê qet nebe bi „gotin“eke jidil em hem xwe ji neçêyiyan dûr dixin him jî ruh û giyanê xwe ji gemariya her kêlîk dixwaze jiyana li me bike dojeh diparêzin, Ji roja roj ta îro ew hewldan bi avayekî didome.