Ta (biyolojî): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
Bi gelemperî ta û [[bersîvdana hewdanî]] di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin. Heke [[Endam|endamek]] laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî [[Hokara nexweşiyê|hokarên nexweşiyê]] peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku [[Koendama bergiriyê|sîstema bergiriya]] mirov çalak e.
 
== Pileya asayî laşê merivmirov ==
Pileya asayî (sirûştî) ya germiya laşê mirov 37<sup>o</sup>C ye. Di demên asayî de pileya germahiya laş ji aliyê [[hîpotalamus]]ê ve tê rêkxistin<ref>Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p867 ISBN 978-0-8053-6844-4 </ref>. Heke beşek ji laş tûşî hokarên nexweşiyê bibe, hokarên nexweşiyê li beşa tûşbûyî de madeyek kîmyayî ya bi navê [[pîrocena derveyî]] (''exogenous pyrogen'') der didin. Pîrocena derveyî bandor li ser xaneyên hellûşêner dike, xaneyên hellûşêner jî di tekoşîna xwe ya li dij hokarên nexweşiyê de [[pîrocena nawxweyî]] (''endogenous pyrogen'') der didin nav [[Xwîn|xwînê]]<ref>Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. © 2003 by Saunders, an imprint of Elsevier, Inc. All rights reserved.</ref>. Pîrocenên hokarê nexweşiyê û yên [[Hellûşênera gewre|hellûşênerên gewre]] bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin hîpotalamusê. Hipotalamus ji ber hebûna pîrocenan êdî nikare rêkxistina pileya germî ya laş a asayî kontrol bike, divê asta pileya germahiya laş bê bilindkirin, angoji nû va bê sazkirin. Di rewşek wiha de pileya germahiya laş di asta asayî de namîne û bilind dibe. Heke pileya germî li der dora 38<sup>o</sup>C yê de bimîne ev ta, weki taya sivik ango [[siviketa]] bi nav dibe.
 
== Siviketa ==