Guneh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "′′′Guneh′′′ di tevnax anko konteksteka dînî da, binpêkirin an pêşêlkirina qanûneka xwedayî ye. Wer weha, guneh dikare her hizir an..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 09:38, 1 çiriya paşîn 2018

′′′Guneh′′′ di tevnax anko konteksteka dînî da, binpêkirin an pêşêlkirina qanûneka xwedayî ye. Wer weha, guneh dikare her hizir an kiryarek be ko havilî û peywendiya dilxwaz û îdeal di navbera Xûdê û kitekesî da xerab bike an wekî varrêbûneka ji jiyana îdeala mirovan be. Her weha, guneh dikare wekî binpêkirina binemayên exlaqî jî bihêt dîtin.

Koka peyvê

Peyva "guneh" an gunahê di zimanê kurdî da ji peyva zimanê pehlevî "winah/winas"ê hatîye. Ew di zimanê farisî da bûye "gunah". Lê forma "winas"-a wê jî di kurdîyê da maye û bûye "binas", ko ev form di zimanê farisî da nemaye. Her çend e ko mehnaya binas û gunehê êdî ne yek e. Guneh di tevnaxeka dînî/exlaqî da dihêt bikarînan û binas di tevnaxeka civakî/mentiqî/zanistî da. Ji bo mînakê kurd dibêjin, "Binasên te bûn ez dereng mam".