Bazirganî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "′′′Bazirganî′′′ karê kirrîn û firrotin û danûstandina pertalan û xizmetkarîyan di astekê berfireh da ye, nemaze heker ew pertalên danûstandinkirî li herême..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 08:51, 1 çiriya paşîn 2018

′′′Bazirganî′′′ karê kirrîn û firrotin û danûstandina pertalan û xizmetkarîyan di astekê berfireh da ye, nemaze heker ew pertalên danûstandinkirî li herêmekê ji bo herêmeka dî bihên veguhastin.

Koka Peyvê

Peyva pazirganî ji bazar + gan hatîye. Bazar kiryara kirrîn-û-firotinê anko danûstandinê ye, -gan jî paşgireka avakirina navê bikerî ye. Bi gotineka dî, bazargan ew kes e ko bazarî dike, anko dikiire û difiroşe.

Dîrok

Ji demên berî dîrokê ve mirovan bazirganî kiriye. Dema mirovan berhemek ji hewcedariya xwe zêdetir berhem îna û hewcedariya wî bi berhemekê dî hebû ko wî her nebû an kêmtir hebû, dest bi danûstandinê kir. Anko, ji bo mînakê, hindek genim da ji bo wê ko hindek nîskan bistîne.