Indira Gandhi: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Indira Gandhi 1966.jpg|thumb|200px|Indira Gandhi (1966)]]
'''Indira Priyadarshini Gandhi''' (b. 19ê [[ÇitiyaÇiriya Paşîn]] [[1917]] – m. 31ê [[Çiriya Pêşîn]] [[1984]]), [[siyasetvan]] û yekemîn jina [[serokwezîr]] li [[Hindistan|Hindistanê]] bû ko du caran ew post bi dest anî, cara pêşîn ji [[Kanûna Paşîn]] ya sala 1966ê heta [[Adar|Adara]] 1977ê û cara duyê ji Kanûna Paşîn ya 1980ê heta dawiya jiyana xwe li Çiriya Pêşîn ya 1984ê. Heta niha jî çi jineka dî nebûye serokwezîra wî welatî û bil ji ya babê wê, heyama serokwezîriya çi kesekî jî ji ya wê dirêjtir nebûye. Ew keça [[Jawaharlal Nehru]] (Cewahir Lal Nehro) serokwezîrê herî pêşîn yê Hindistanê bû. Kurê wê, [[Rajiv Gandhi]], jî paştir bû serokwezîzê Hindistanê.
 
Indîra di salên 1947ê heta 1964ê da, wekî alîkara babê xwe, ko wê demê serokwezîr bû, xebitî. Ew li sala 1959ê bû seroka [[Kongireya Neteweyî ya Hindistanê]]. Piştî mirina babê wê, ew wekî endameka [[Rajya Sabha|Rajya Sabhayê]] anko Civata Jorîn hat hilbijartin û di kabîneya serokwezîr [[Lal Bahadur Shastri]] da bû [[wezîr|wezîra]] zanyaran û weşanê. Pishti mirina Shastri li sala 1966ê, di hilbijartina seroktiya [[Partiya Kongiresê (Hidistan)|Partiya Kongiresê]] da, zora hevrrikê xwe [[Morarji Desai]] bir û bû seroka partîyê û bi wî rengî bû serokwezîra Hindistanê.