Çaxa bronzî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B yekkirin
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Ji bo Serdema Bronzê hate beralîkirin
Etîket: Beralîkirineke nû 2017 amûra guhartina çavkaniyê
Rêz 1:
{{yekkirin|#BERALÎKIRIN [[Serdema Bronzê]]}}
Çaxa bronzî ew dewra dîroka mirovahiyê ye ku tê de pirraniya aletên metalî ji bronzê dihatin çêkirin. Ev dewr ji 2200 B. Z. digihêje heya 800ê B. Z,.
 
Çaxa bronzî dewra navîn a Sîstema Periyodîk a sê beshî ye ku ji aliyê dîroknasê çaxa kevnar Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye amadekirin. Li gorî vê sîstemê dîroka zûkayî ya ewropî û medîteran‘ ji sê beshan pêk tê ku navên wan ‚çaxa kevirî‘, çaxa bronzî û çaxa hesinî ye.
 
Hêjayî gotinê ye ku ev sê besh kirina dîroka kevnar herêmên Ewropa, Asyaya Rojava û Efrîqaya digire nav xwe. Li gorî vê yekê, destpêka çandên kevnar ên Asyaya pêshîn û Misirê dikevin nava çaxên kevirî, paxirî/sifirî û bronzî. Navê „çaxa bronzî“ di sala 1836ê de cara ewil di rojnameyeke muzeyan de ji aliyê dîroknasê danîmarkî Christian Jürgensen Thomsen ve hatiye bikaranîn.
 
Çêkirina bronzê 3000 sal berî zayînê, pishtî çaxa paxirî/sifirî destpê dike. Heya wê demê, mirovahî aletên xwe yên metalî ji metalên wek zêr, zîv û paxir/sifir çêdikirin û ew metal bi awayê xwe yê xwezayî dihatin bikaranîn.
 
Bronz halîtayek/pêhatiyek e ku ji sedî 90 ji paxir û ji sedî 10 ji qilê pêk tê û bi awayî ji paxirê gelekî xurttir e.