Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 47:
Di helbestên gelêrî de destan, [[stran]]~kilam, zêmar (kilamên şînê) û hwd. hene<ref>Dawud Rêbiwar, ''Zêmarên Kurdên Elewî Di Albumekê de Hatin Civandin'', Tîroj, Adar-Avrêl 2011</ref>.
 
[[Destan (wêje)|'''Destan''']] (bi zazakî ''destane''), berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û gelek caran [[Helbest|helbestî]] ne. Wekî [[Cureyên wêjeyî|cureyekî]] herî kevin ê [[Wêje|wêjeyî]] tê zanîn. Gelek caran mijarên xwe ji bûyerên rastî digirin û di nav sedsalan de di zimanê gel de wekî destan tê afirandin. Di destanên (beyt, serpêhatî) kurdî de gelek realîteyên jîyînê hene<ref>[[Rohat Alakom]], ''Folklor û Jinên Kurd.''</ref>. Çend mînak ji destanên kurdî ev in: ''[[Memê Alan (destan)|Memê Alan]], [[Derwêşê Evdî (destan)|Derwêşê Evdî]]<ref>Destana Dewrêşê Ewdî, Roman, 2012 Adar, Han, Berlin, ISBN 978-3-94273597-23-0 Destana dewrêsê ewdî pirtûka Abdusamet yigit] </ref>
, [[Siyabend û Xecê (destan)|Siyabendê û Xecê]], Cembeliyê kurê Mîrê Hekariyan'' û hwd. Ev destanên kurdî, îroj li gellek deveran û bi gellek varyantan ve tên gotin û hin ji wan hatine çapkirin<ref>Ibrahim Seydo Aydogan, ''Wêjeya Kurdî û Bîr''. http://www.kurdigeh.com/rwdx/sitepdf/weje_bir_ibrahim_seydo_aydogan.pdf</ref>. [[Ehmedê Xanî]] berhema xwe ya bi navê ''[[Mem û Zîn]]'' ji destana Memê Alan adebte kiriye. Ji xeynî destanên resen ên kurdî, çend destanên erebî mîna [[Leyl û Mecnûn|''Leyla û Mecnûn'']] û [[Ûsiv û Zelîxe|''Usiv Zelîxe'']] û ji farisî jî [[Rûstemê Zal|''Rustemê Zal'']] a di [[Şahname|''Şahname'']]<nowiki/>yê de ye ketine kurdî. <ref>Rohat Alakom, ''Folklor û Jinên Kurd''. Kîtêb.</ref><ref>Seccat Aydinlu, ''Firdevsi’nin Şehnamesi’nde Kurtler'', Avesta Yay.</ref>
 
Di wêjeya kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cûreya ji hemîyan dewlementir [[stran|'''stran''']] (''kilam'') e (bi soranî ''goranî'', bi zazakî ''lawike~deyire~kilame''). Peyva “stran” ji gotina “stirîn”ê têt. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin. Lawje, lawik, şeşbendî, narînk, serê zava, miqam, kilam, peste, heyranok, payîzok, berîte, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, serîlêk, delêl, medîhe, qewlêrk û hemû cureyên din têdikevin nav stranê. Di strana kurdî de kêş (wezn) û serwa (qafiye) heye. Kêş, sîstema birîtimkirin û hemahengkirina rêz û malikan e. Heta niha strana Kurdî bi awayekî rêkûpêk nehatîye vekolîn<ref>Yaşar Kaplan, ''Strana Kurdî (Kurmancî): Devera Hekarîyan Wekî Nimûne,'' Bingöl Üniversitesi Yaşayan Diller Enstitüsü Dergisi</ref>.