Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
→‎Di dema mîrektiyan de: Çavkanî û nîşe ji bo yekemîn mesnewî.
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
→‎Avakirin: Ahaî + Çavkanî
Rêz 198:
 
===== Şano =====
''[[Komeley Zanistî Kurdan]]'' a ku di 1926an de li [[Silêmanî]] hat avakirin, ji bo avakirin û pêşketina şanoya kurdiya soranî roleke girîng lîst. Yekem lîstika soranî a bi navê ''Îlm û Cehlê'' di 1920an de ji aliyê [[Fuad Reşîd Bekir]] ve hat nivîsandin û ew bi xwe derxist li ser dîkê. Lîstik li ser du birayan e ku yekî jîr û ê din tiral e. ''Zulmî Qeyser Nêron'' lîstikekî din a Bekir e ku adebte kiriye. Lîstika yekemîn a çapkirî ''Mem û Zîn'' a [[Pîremêrd]] e û di 1934an de hatiye weşandin û di eyda [[Remezan (meh)|Remezanê]] de çar rojan li ser dîkê maye<ref>Mahroo Raşidîrostamî, ''Destpêka Şanoyê li Başûrê Kurdistanê'', [[Zarema (kovar)|Zarema]], Hejmar 2 (2014). </ref>. Di 1957an de bi pêşengiya [[Nermîn Nakam]], jin weke lîstikvan di şanogeriya kurdî de cih girtibû. Koma yekem a fermî a şanoya kurdî bi navê ''Tîpî Nwandin û Mosîqay Silêmanî'' di sala 1969an de dest bi xebatê kiriye<ref>Mahroo Raşidîrostamî, ''Di Salên 1970yî de li Başûrê Kurdistanê Şano'', [[Zarema (kovar)|Zarema]], Hejmar 3 (2015), rûpel 157.</ref>. Di 1985an de cara ewil şanonameyên nîvîskareke jin [[Leylan Şefîqe Elî Hiseyn]] bi navên ''Şaciwanî Derbend Feqerew'' û ''Keyxan'' du şanoname li Silêmanî tê çapkirin. Li gorî berhema Yasîn Qadir Berzincî a bi navê ''Şanoy Kurdî'' (2007) hin ji şanonamenûsên herî berhemdar ev in: [[Heme Kerîm Remezan Hewramî]], [[Emînê Mîrza Kerîm]], [[Pîremêrd|Pîremêrd,]] [[E. B. Hewrî]], [[Fetah Kerîm Kawe]], [[Mistefa Nerîman]], [[Zekî Ehmed Henarî]], [[Ebdulrezaq Bîmar]], [[Şêrko Bêkes]], [[Mehdî Omêd]], [[Ehmed Salar]], [[Mihemed Ebdulrehman Zengine]]…<ref name=":27" />
 
=== Wêjeya zazakî ===
Rêz 207:
==== Avakirin ====
[[Wêne:Tirej 4.jpg|thumb|çep|Kovara ''[[Tîrêj (kovar)|Tîrêj]]'' (hj. 4)]]
Berhemên nûjen ên zazakî piştî salên 1970ê ji aliyê [[Malmîsanij]] ve hatin nivîsandin û di kovara ''[[Tîrêj (kovar)|Tîrêj]]'' de hatin weşandin. Ev kovar, di heman demê de yekem kovar e ku di nav sînorên Tirkiyeyê de xwerû bi zimanê kurdî (kurmancî û kirmancî) dest bi weşanê kiriye û ji bo avakirina wêjeya zazakî peywirekî girîng hilgirtiye <ref name=":5" />. Wekî mînak helbestên nûjen a yekemîn ''Etnik'' û ''Kıtabê Ramıtey'' û çîroka nûjen a yekemîn ''Engıştê Kejê'' (bi navlêka ''M. Birîndarî''<ref>Murad Aygun, ''Destpêk ra Heta Ewro Edebiyatê Kirmanckî de Hîkaye'', [[Zarema (kovar)|Zarema]], Hejmar: 5 (2015), rûpel 127.</ref>) di vê kovarê de hatine weşandin. Di heman demê de Malmîsanij wekî damêzrenerê wêjeya nûjen a zazakî tê qebilandin, ji ber ku yekemîn pirtûka helbestan a nûjen ''Herakleîtos'' (1988) û yekemîn ferhenga ''Zazakî - Tirkî'' (1987) ên wî ne û xebatên xwe yên [[Folklor|folklorî]] jî di ''Folklorê Ma ra Çend Numûney'' (1991) de hev daye<ref name=":5" />.
 
==== Geşedan ====