Wêjeya kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
→Di dema mîrektiyan de: Çavkanî û nîşe ji bo yekemîn mesnewî. |
|||
Rêz 143:
Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran di sedsala 17an de jiyane û gelek hellbesta wan a bi navê ''Feqê û Mela''<ref>M. Xalid Sadinî, ''Feqiyê Teyran Jiyan, Berhem û Helbestên Wî'', [[Nûbihar (kovar)|Weş. Nûbihar]]. (Çapa 4emîn, 2010 )</ref> heye ku pevre di 1621ê<ref name=":11" /> de gotine. [[Melayê Cizîrî]] herçend yekemîn helbestvanê edebiyata kurdî nebe jî damezirînerê edebiyata klasîk a kurdî ya bi zaravayê kurmancî ye. Lewra Melayê Cizîrî yekemîn helbestvanê kurd e ku kêşa erûzê û yekîtiya qafiyeya helbesta klasîk a erebî aniye nava edebiyata kurdî û kêşên mîna remel, hezec, recez, besît, serî’, muzarî’ û xefîf bi kar aniye<ref name=":17">Ergun, Zulkuf (2012), ''DI PEYDABÛNA EDEBIYATA KURDÎ YA LI CIZÎRA BOTAN DE KARÎGERIYA BAJARVANIYÊ'', Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind).</ref>. [[Feqiyê Teyran]] di warê şîretên ayînî (dînî), pesnê pexêmber, evîn û xezel de, di ware axaftin (munacat) li gel av û aş de, li ser tabîet, biharê û ji bo hicwê jî helbest gotine<ref name=":11" />. Gelek destanên wî navdar bûne mîna ''[[Şêxê Sen'an|Şêx Sen'an]]''. Li gorî [[Maruf Xeznedar]] di edebiyata kurdî de [[Zembîlfiroş (destan)|''Zembîlfiroş'']]<nowiki/>a Feqiyê Teyran yekemîn berhema edebî ya bajarî ye<ref name=":17" />. Kurmanciya mesnewiya ''[[Ûsiv û Zelîxe|Usiv û Zelîxe]]'' ya di wêjeyên klasîk ên miletên misilmanan de navdar e yekem car ji aliyê [[Selim Silêman|Selîm Silêman]] ve hatiye nivîsandin<ref name=":13" />. [[Mela Hesenê Bateyî|Mela Huseynê Bateyî]], bi navê ''[[Mewlûda Kurdmancî|Mewlûda Kurmancî]]'' yekem car mewlûdnameyek menzûm nivîsandiye û kevneşopîyekî ava kiriye<ref>M. Zahir ERTEKİN, ''Mela ‘Eliyê Baqustanî û Mewlûda Wî'', Mukaddime, 2015, 6(1), 101-138. http://mukaddime.artuklu.edu.tr/download/article-file/184167</ref> û îro jî di nav xelkê de gelek belav e<ref name=":11" />. Her wiha destana navdar ''[[Zembîlfiroş (destan)|Zembîlfiroş]]'' ji aliyê wî ve wekî çîroka menzûm hatiye nivîsandin<ref name=":7" />. [[Xelwetî]] (Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî yê Birîfkanî), mutesewifekî bû û bi gelemperî di helbestên xwe de li ser mijarên dînê bû<ref>Şêx Şemseddîn Qutbê Exlatî yê Birîfkanî, ''Dîdarê Yar (Dîwana Wî)'', amd: Zahid Birîfkanî, Weşanên Roja Nû, (2001).</ref>.
Di dora sedsala 16-17an de gelek helbestvanên kurmancî derketiye wekî mînak [[Mensûrê Girgaşî]], [[Mîna]], [[Sadiq]], [[Macin]], [[Bekir Begê Erizî|Bekir Begê Erzî]] û hwd. Lê ji van helbestvanan tenê yek du helbestên dirêj gihiştiye îro<ref name=":11" />. Lê helbestvanê vê sedsalê û li wêjeya kurdî ya klasîk yê herî nav û deng bêguman [[Ehmedê Xanî]] (1651-1707<ref name=":14" />) ye<ref name=":9" />. Ehmedê Xanî ji destana ''[[Memê Alan (destan)|Memê AIan]]'' îlhama xwe girtîye û bi wê îlhamê di 1692a de ''[[Mem û Zîn]]''ê li gorî jiyana dema xwe honandiye <ref name=":15" />. Ev mesnewiya
Wêjeya kurdî ya kurmancî ber bi sedsala 18emîn û 19emîn ve mezintirîn bûye û ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li [[Xorasan]]<nowiki/>ê jî hatiye berhemandin<ref name=":9" />. [[Haris Bedlîsî|Xaris Bedlîsî]] di 1758-59ê de ''[[Leyl û Mecnûn|Leyla û Mecnûn]]''a kurmancî a yekemîn<ref name=":9" />; [[Miradxan|Miradxanê Bazîdî]] jî di 1776an de wekî malikan destana [[Zembîlfiroş (destan)|''Zembîlfiroş'']]<nowiki/>ê nivîsandiye ku berî wî Feqiyê Teyran û Mela Bateyî jî vê destanê gotibû<ref>Aziz Samur, ''DESTANA ZEMBÎLFIROŞ Û GULXATÛNÊ,'' Zanîngeha Mardîn Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Beşezanista Bingehîn a Ziman û Çanda Kurdî (Teza Lîsansa Bilind, 2012)</ref>. ''[[Nehc-ul Enam|Nehcu'l-enam]]''a [[Mele Xelîlê Sêrtî]] manzûmeyeke li ser aqaîdê bû<ref name=":16" />. ''Dîwan''a [[Pertew Begê Hekarî]] di 1806~1808an de hatiye nivîsandin û hêla rêzgirtinê dişibe ya Melayê Cizîrî<ref name=":14" />. Li Xorasanê gelek helbestvanên kurd derketine ku kurmancî nivîsîne<ref name=":9" />, di nav wan de yê herî navdar [[Ceferqulî Zengêlî|Caferqûliyê Zengêlî]]<ref>ABDOLLAH HAJIYAN, UMÎD DEMÎRHAN, ''Gulbijêrek ji çand û wêjeya Kurdên Xorasanê'', FRITILLARIA KURDICA. BULLETIN OF KURDISH STUDIES, NO. 16, 03.2017 rûpel 74. https://tr.scribd.com/document/369538890/Gulbijerek-Ji-Cand-u-Wejeya-Kurden-Xorasane</ref> ye ku xwediyê Dîwanekî ye<ref>[[Mehmet Bayrak]], ''Kurt ve Alevi Tarihinde Horasan [Tarih - Etnoloji - Muzik - Edebiyat]'', Ozge Yay. (2013) rûpel 483., 594.</ref>.
|