Şino: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B Guherandina 2A02:FE0:C210:4050:1C81:B5E7:26A9:174C (gotûbêj) hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya PanchoS
Kurteya guhartinê tine
Rêz 27:
 
Bajarê Şino temamî kurdin û li 'eşîra Zerzane. Çoqek wê 'eşîrê jî li Şemzîna (Şemsdîna) dijîn. Hakimêt wi bajari li çendsed sala tewaw li 'eşîra [[Zerza]] bûne.
 
== Dîrok ==
 
Li sala 1781-ê zayînî hekîmê Şino [[Ce'fer Sultan]]ê zerza bû ye.
 
Li sala 1784-ê Hekîmê Şino [[Efrasîyab Siltan]]ê Zerza bû yê. Li wi dewri, Malbata şayêt Zend paşi Kerîm Xanê Zend weku berê bi qawet neman û 12 sala da 6 şa yek û du li textê şahetiyê êxistin. Dewrê [[Cefer Qolîxan]], [[Seîd Murad Xan]] û [[Lotfelî Xanê Zend]], ku li paytextê xwe Şirazê bûn, Axa [[Mihemed Xanê Qacar]] li [[Esterabad]]ê, [[Nadir Mirzayê Efşar]] li [[Xurasan]]ê û Mihemed Qolîxanê Efşar li [[Azerbaycan]]ê, her yêk li aliyê xweda, hêzek berhev kirin û dawa li ser bixwe bûn û şahetiyê kirin. Li wi dewri Efrasîyab Siltanê Zerza serokê mifetişêt Mihemed Qolîxanê Efşar bû ku kodnavê Enîs-ol-hozere hebû.
 
Efşara sala 1799-ê bi serokatiya Qasim Xan û Esker Xanêt Efşar, alîgirêt Qacara û ne yêt Mihemed Qolîxanê Efşar, hêriş înane li ser Şino û li wi şerida 2000 'ecemêt Efşar yêt hatiye kuştin. Li duwahî da ew 'ecemêt Efşarêt dojminêt Efrasîyab Siltanê Zerza li duwahiya sedsalêt 18-a ew jehirdayî kirin û bi jehrê kuştin.
 
Li sala 1801-ê [[Qasim Sultan]] serokê Zerza hekîmê Şino bû ye. Li wê salê hekîmê Urmiyê, Hisên Qolîxan 'ecemê Efşar, ji bo şerê li gel ’eşîra Bilbasa harîkarî li ’eşîrêt Şikeftî (Şikak berê bi wi navi navdar bûn), Zerza û Şemzîna (Begzadêt [[Tergewer]] û [[Mergewer]] berê bi wi navi navdar bûn) dixwazît . Ew her sê ’eşîre li gel Hisên Qolîxani ji bo şer li gel Bilbasa diçine Lacan û çîyayê [[Qendîl]]ê. Paş şikest dana [[Bilbasa]], [[Qasim Sultan]]ê Zerza wan mêyani Şino yê diket û paşî heta gewriya Şino û Deştebêlê li gel mêwanêt xwe dihêt. Li gewriyê digehine cimatek mezin û [[Hisên Qolîxan]] li Qasim Soltani dipirsît, ku: '' ewe çi cimate ? '' [[Qasim Siltan]] jî dibêjîtê: '' ewe cimata kuştîyêt Efşara ye, ku li şerê gel Zarza yêt hatiye kuştin ''. Ew bersîva Qasim Siltani li Hisên Qolîxani nexwêş hat û ferman da ku Qasim Siltani li darê girêden û paş qewît lê kirina wi sê hezar firqe jî bo ciza lê sitandin!
 
Li sala 1839-ê zayînî hekîmê Şino [[Semed Xan]]ê Zerza bû yê û paşi wi kurê wi [['Ebduletîf Xan]] bû Hekîmê Şino.
 
Li dewrê şoreşa [[Şêx Ubeydulayê Nehrî]], '[[Ebdula Xan]] û birayê wi [[Birahîm Xan]]ê zerza hekîmê Şino bûn.
 
Li şerê Cîhanê yê yêkê [[Silêyman Beg]]ê zerza hekîmê Şino bû ye.
 
 
 
{{Koord|37|02|26|N|45|05|53|E|type:city(32605)|display=title}}