Glukoz: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
B HC: Zêdekirina Kategorî:Biyolojî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 25:
| [[Xala helînê]] || 146 [[Grad Selziyus|°C]]
|}
'''Glukoz''' (ji yewnanî: γλυκύς, glykys, tê wateya "şêrîn") an şekirê tirî (bi inglîzî: grape sugar) [[monosakkarîdek]] e.
 
Glukoz (ji yewnanî: γλυκύς, glykys, tê wateya "şêrîn") an şekirê tirî (bi inglîzî: grape sugar) [[monosakkarîdek]] e.
Di siruşte de şekira herî belavbûyî glukoz e.Formula kîmyayî ya glukozê C<sub>6</sub>H<sub>12</sub>O<sub>6</sub> e. Navê din a glukozê dekstroz e. Her wîsa glukoz wekî şekira xwîne jî tê bi nav kirin. Ji ber ku di nav tirî de gelek glukoza serbest heye,li hin deveran şekira tirî jî ji boy navê glukozê tê bi kar anîn. [[Hingiv]] ji %35 ê giraniya xwe ji glukoza serbest distîne. Hemû polîsakkarîd ji molekulên glîkozê pêk tên.
 
Ji boy piraniya zîndeweran çavkaniya serekî ya enerjiyê glukoz e. Xaneyên mirov ji bo peydakirina enerjiya [[ATP]] yê, pêşî molekulên glukoza nav xwînê digrin nav [[xane]]yê. Ku di xaneyê de têra xwe glukoz tune be, vê gavê lîpîd an jî proteîn ji bo çêkirina ATP tên bi kar anîn. Ji xeynî vana, ji boy çêkirina lebatokên xaneyê, hin cureyên [[asîdên amînî]] (aa), û hin cureyên vîtamînan jî pêwistî bi glukozê heye. Ku di laşê mirov da asta glukozê zêde bibe, vê gavê hinek ji molekulên glukozê bi navbeynkariya hormonan vediguherin [[glîkojen]] an jî [[lîpîd]]an. Loma mirov bi xwarinên (xurekên) bi karbohîdrad qelew dibe. Zîndewer piraniya glukozê ji adanên bikarbohîdrad digirin. Wek mînak, dema em nan, savar, maqarne, kartol, gêzer, an jî pîvaz dixwin, em ji van xurekan nîşa digirin û bi [[enzîm]]ên hilweşîner, [[nîşa]]yê parçe dikin û dikin glukoz.
 
Xaneyên [[mêjî]] yên mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav [[xwîn]]a me de glukoza serbest tevbigere. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80-120 mg/dl ye.(Ji boy asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv pîyanek(qedeha avê) xwîn bi qasi 1 desî lîtreye û divê di nava wê da bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz hebe). Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê westar kirin. Însulîn glukozê ji parzûna xaneyê derbasê nav xaneyê dike. Eger xaneyên pankreasê bi têra xwe [[însulîn]] çê nekin, nexweşiya şekir (şekirmizî, dîyabet) pêk tê. Mirovên bi nexweşiya şekir in, di nav xwîna wan da asta glukozê pir zêde dibe.
 
[[Riwek]] û hin cureyên [[bakterî]] glukozê di nav xaneyên xwe de bi [[fotosentez]]ê çê dikin. Molekulên glukozê, di xaneyên zîndeweran de bi awayekî kîmyayî bi hev tên girêdanê û molekulên wekî maltoz, glîkojen, nîşa û seluloz çê dibin.
Ku di we gotarek de an jî de gotarek zanistî yede Glukoz bê pêş nav hate be nivîsandin, ango D-Glukoz anjî L-Glukoz nê hate be nivîsandin, li vire ji D-Glukkoze te qal kirin. L-Glukoz isomerike ne zêde girînge.
 
=== Pircure îzomerê Glukoze= ==
<gallery>
Glucose Fisher to Haworth.gif|Glucose ji Zincîr aha xelkoyî.
Line 48 ⟶ 50:
 
== Çavkanî ==
{{çavkanî}}
 
 
{{kurt}}