Kurdistana Sor: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Bawerî (gotûbêj | beşdarî)
B Dîroka Kurdistana Sor
Rêz 8:
*Paytext: [[Laçîn]]
*Zimanê fermî: kurdî (zaraveyê kurmancî)
 
Kurdisyana a Sor a ku 1923- an de li ser erdnîgarîya Kurdistana kevnar û dîrokî de hatibû damezirandin û di sala 1929-an de bê sebeb tê rûxandin. Di sala 1937-a kurdê Kafkazîyayê bi fermana Stalîn bê sebeb, bê qanûn nava 24 seeta de li bin şert mercên giran û dijwar de surgunî Asîya Navîn û Kazaxistanê dikin.
 
Kurdistana Sor (ango bi tîpên [[Alfabeya kurdî ya kîrîlî|kîrîlî]], Кöрдьстана Сор) ji aliyê [[Josef Stalin]] ve li ser daxwaza [[Tirkiye]] û [[Îran]]ê tê hilweşandin û kurdên herêmê yên ku dewleta xwe diparêzin tên kuştin an sirgûnkirin.
 
Ji salên 1940-1950 î ji bo parastina maf ê gelê xwe ên sîyasî, cîvakî, aborî, çandî [[Mehmedê Siloyê Bava]] destbi têkoşînê dike.
Di sala [[1992]]'î de bi pêşengiya [[Wekîl Mustafayev]] dest bi jinûveavakirina otonomiyê xebatên girîng tên kirin. Mixabin di nava kurdên YKSS'ê de hevgirtinek baş ava nabe. Dewleta [[Ermenistan]]ê piştî hilweşîna YKSS'ê polîtîkaya xwe ya kurd diguherîne û hebûna kurdan li Ermenistanê înkar dike. Kurdên li Ermenistanê pirranî [[êzîdî]] ne û Ermenistan dibêje "Êzîdî hene li welatê me lê kurd nînin. Êzîdî bi eslê xwe [[ereb]] in û kurd jî dijminê me û êzîdiya nin, me qirkirine" {{fact}}. Hin şêx û mezinên kurdan (êzîdî û misilman) jî bi viya dixapin û ji doza Kurdistana Sor vedigerin. [[Kurdên Azerbaycanê]] jî pirranî misilman in û wan jî bi heman siyasetê Azerbeycan dixwaze bixapîne.
 
Ku [[Mistefa Barzanî|M.Barzanî]] tê Sovyêtê (1947-1958) dema ku Ermenîstanê nava kurda de digere wedekî mala [[Mehmedê Siloyê Bava]] de dimîne. Babayêv bi Serokê kurdan M. Barzanî ra diçe qebûla serok komarê Ermenîstanê S.A.Tovmasîyan. Serok M.M.Barzanî ji wî hivî dike ku jêra soz bide wekî salê 10-15 law û keçên kurd bê îmtîhan zanîngehada werên qebûlkirin. S.A.Tovmasîyan gilî dide û sozê xwe diqetîne. Bi daxwaz û tekîda M.M.Barzanî Babayêv sazî û rayedarên dewletêra nama dişîne û hivî dike ku sebebê nefîkirina kurda agah kin. Bersîv nastîne lê tên jêra dibêjin careke din karê wehara mijûl nebe, [[Mehmedê Siloyê Bava|Babayêv]] li mala xwe de Gênêralê kurd M.M.Barzanî re soz dide ku yê heya dawîya emrê xwe ji bo mafê gelê xwe, ji bo rastîyê yê berxwdanê bike. Berxedaneka weha ne hêsabû gelek cara mala wî digerin, tu zext, zor, astengî, bandor, xeberdartî, dijwarî nikarin wî bidin rawestandin, gellek cara rayedarên dewletê jêra radigihînin ku dest ji kurdayetîyê berde, lê ew vî karê pîroz bi bawerî heya dawîya emrê xwe berdewam dike.
Doza ku Mustafayev û ronakbîrên kurdan destpêkiribû serî de ji nebûna yekitiyê û dûv re jî bi pêkutiyên Rûsya, Tirkiye, Îran, Azerbaycan û Ermenistanê têkdiçe. Mustafayev ji destê artêşa [[Azerbaycan]]ê û peyayên kujer ên Tirkiyeyê difilite û wekî penaber xwe digihîne [[Îtalya]]yê.
 
Ji bo ku kurd mafên xwe ên hindabûyî û pêpezkirî dest bînin bizava M.S.Bava di salên 1989-90 î de li paytaxt bajarê Moskovaêda meşa derbazdikin. Di dîroka kurd û Kurdistanê de yekemîn carbû ku kurdê Sovyêtê meş ê da bangî dewletê dibûn dewa dasekinandina mafê xwe dikirin û bi serwêrtîya BABAYÊV daxwaza ji nûva avakirina Kurdistana Sor dikin. Di vê meşêda bi hewla Babayêv ji 9 komaran ên Yektîya Sovyêtê 2000-an zêdetir kurd beşdar dibin. Dewlet soz dide ku daxwaza kurda bîne cî. Lê desthilatdar ên Yektîya Sovyêtê agahdar dibin ku di navbera hin rewşenbîrên kurda de neqayîlbûn heye. Nîvî bi rêbertîya Babayêv ji bo ji nûva avakirina Kurdistana Sor îsrar dikin, çend rewşenbîr jî hevdu digirin û nama dewletê re dişînin ku Kurdistana SOR naxwazin. Rayedar ê dewletê kurdara radigihînin ku kengê kurd bi giştî bi yek biryarbin wîçaxî ewê daxwaza wan çareserkin. Weha kurd hevdura ziman nikarin bivînin, hemberî hevdu radiwestin. Lê mixabin dem dibuhure. Di sala 1991 a de Yektîya Sovyetan hilweşya di erdnîgarîya Sovyetêda dewletên nû ên serbixwe pêjda hatin. Bi vî awayî ev armanc û nêta Kurdistana Sor nehat sêrî. Belkî jî tewanbarê vê ew çend rewşenbîrên kurdbûn kijan ku bibûn asteng, pêşerojêda dirokê vê helwest û asbêktê aşkar û zelalke. Dîrokê de tu tişt veşartî namîne. Her buyer tê xuya kirin û nirxandinê.
Niha kurdên Sowyetistanê (YKSS) di bin zilma gelên serdest de ne. Li Azerbaycanê nasnameya kurd êdî tê înkarkirin û dixwazin kurd ji Azerbaycanê derkevin. Dîsa [[Ermenistan]] jî heman polîtîkayê dimeşîne. Kurdên ''Kurdistana Sor'' koçberê nava Rûsya û welatên rojava yên Ewropayê dibin û di rewşeke kambax de dijîn.
 
Di 1992-1993 de tevî Qerebaxa Çîya Kurdistana Sor jî di hêla [[Ermenistan|Ermenîstanê]] ve tê dagir kirin. Mijara Kurdistan a Sor jî hêdî-hêdî mînanî dewleta kurd a [[Şedadî|Şeddadîya]] derbazî arşîva dîrokê dibe.
 
== Çavkanî ==
Line 22 ⟶ 26:
== Lînkên baldar derbarê gotarê de ==
* [http://www.kurdmedia.com/articles.asp?id=12553#redkurdistan Nexşe û agahî derbarê Kurdistana Sor]
 
http://hertist.com/1448/mehmede-siloye-bava-babayev-mamed-suleymanovic-ki-ye-kiye
 
http://basnews.com/index.php/kr/reports/321009
 
http://krd.riataza.com/2017/01/07/sertekosere-kurdistana-sor/