Bern: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Ferrus (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 50:
 
Digel ku rêxistinên jinan qasî sed sal ji bo mafên siyasî yên jinan xebat kiribin jî, jinên Bernê di sala 1968'an de dibin xwediyê mafê hilbijartinê, û di sala 1970an de jina ewil wek endama meclîsa şaredariyê tê hilbijartin. Ji sala 1993'an heta 1996'an pirraniya endamên rèveberiya kantonê jin in û Bern dibe mînak ji bo gelek bajar û kantonên din ên swîsrî.
 
== Gelhe ==
 
Di sedsalên dawî de jimara gelheya bajarê Bernê saya koçberiyên ji gundên li dorê meztir bû.
 
Di sedsala 12'mîn de li bajarê ku hê nu hatibû avakirin qasî 500 mirov dijiyan û ev jimar 100 sal bişunde gihişte 3000'an. Dû re ev jimar her ku çû zêdetir bû, her çiqas nexweşiyên epîdemîk - wek pest - pêk hatibin jî û di sedsala 15'mîn de jimara rûniştvanên bajêr 5000 derbas kirin.[28] Di sala 1764'an de gelheya bajêr cara ewil bi awayê fermî hate jimartin û li gorî vê jimartinê 11'000 kes li Bernê dijiyan. Ev jimar di sala 1800'an de bû 12'000 û pêncî sal bişunde gihişte 30'000'an derbas kir - bêyî ku bajar bi xwe meztir bibe.[42]
 
Di sala 1920'an de qasî 100'000 kes li bajêr dijiya û zêdebûna gelhê heya salên 1960'î berdewam kir, heya ku bigihêje 165'000'an. Ji wir bişunde gelhe her ku çû kêmtir bû û ji sala 2008'an û pêde gelhe dîsa saya koçberên biyanî zêdetir dibe.
 
Li gorî agahiyên fermî jimara gelhê di dawiya sala 2012'an de 137'818 bû.[44]
 
== Pêşangeh ==