Cudahiya di navbera guhertoyên "Cihûtî" de

91 bayt hatine jêbirin ,  berî 6 salan
B
kurteya guherandinê tune ye
B (Bot: 2 girêdanên înterwîkiyê ên ku niha li ser Wikidatayê ne, jê bibe)
B
[[Wêne:Isfahan_synagogue.jpg|thumb|200px|Dîmenek ji kinîşta Mela Yaqûb li [[Îsfehan]]ê (Îran)]]
[[Wêne:Star of David GGNC grave marker engraving.JPG|thumb|200px|[[Stêrka Dawid]] semboleke cihûtiyê ye]]
[[Wêne:KurdJewwomenRowendez905.jpg|thumb|200px|Sê jinikên cihû li bajarê [[Riwandiz]]ê (Kurdistan) di sala 1905-an de]]
[[Wêne:Western wall jerusalem night.jpg|thumb|200px|[[Dîwarê Rojava]] li [[Orşelîm]]ê bingeha [[perestgeh]]eke kevnar a cihûyî ye]]
 
'''Cihûtî''', [['''cihûdîtî]]''', [['''mûsewîtî]]''' an jî [['''yahûdîtî]]''', ola [[cihû]]yan e. Cihûtî oleke kevn e, berî zêdeyî 3000 salan destpêkiriye. Cihûtî li ser bingehên [[Peymana Kevin]] tê avakirin, bi taybetî, Kitêbên [[Mûsa]], yên ku ji pênc kitêbên pêşîn pêk tên: kitêba [[Destpêkirin]]ê ([[Genesîs]]), kitêba [[Derketina Îsraêl ji Misrê]] ([[Eksodus]]), [[kitêba Lêwiyan]] ([[Levîtîkus]]), kitêba [[Hijmartin]]ê ([[Numerî]]) û kitêba [[Vegerandin li Qanûnê]] ([[Deuteronom]]). Pirtûka pîroz a cihûyan [[Tewrat]] e. [[Zebûr]] an Zebûrên [[Dawid]] jî wek pirtûkeke pîroz tê qabûlkirin. Di cihûtiyê de [[Talmûd]] û şirovekirinên [[malim]]an jî giring in.
 
Cihê ayîna cihûyan [[kinîşt]] e.
{{GotarêBingeh|Cihûyên Kurdistanê}}
Li [[Kurdistan]]ê heta salên 1950-1951-ê gelek cihû hebûn. Dibêjin ku cihûyên pêşîn di sedsala 8-em de b.z. gihiştine Kurdistanê, piştî ku [[asurî|asuriyan]] Îsraêlê dagîr kiribû. Mala keyên [[Adiabene]]yê, ya ku serbajarê wê [[Hewlêr]] bû, cihûyî bû.
 
=== Elbak û Amêdî ===
Li gorî [[Vital Cuinet]] di sala 1891-ê de hijmara rûniştvanên [[Elbak]]ê (Başqelayê) 7.000 kes bû, ji wan 1.600 cihû bûn. Li bajarê [[Amêdî|Amêdiyê]] jî, hijmara akinciyan 5.000 kes bû û ji wan 1.900 cihû bûn. Kinîşta Amêdiyê yek ji kevintirîn kinîştên Kurdistanê bû, di sala [[1228]]-an de hatibû avakirin.
=== Alliance Israélite Universelle ===
Rêxistina [[Alliance Israélite Universelle]] di salên 1900 û 1906-an de li [[Mûsil]]ê dibistan vekirin, pişt re di sala 1912-an de li [[Kerkûk]]ê jî xwendegehek sazbû.
 
=== Cihûyên bajarî ===
Li gorî [[Encyclopaedia Judaica]], di sala [[1947]]-an de hijmara cihûyên ku li bajarên mezin dijiya wisa bû:
Li gelek bajarên biçûk jî rûniştvanên cihûyî hebûn, bi taybetî li van bajaran:
[[Sindur]], [[Riwandiz]], [[Til-Kabar]], [[Barazan]] ([[Barzan]]), [[Dihok]], [[Akrê]], [[Şanduxa]], [[Bitanura]], [[Elbak]], [[Koye]], [[Mirawa]], [[Karada]], [[Girzengal]] û li gelekî cihên din.
 
=== Cihûyên Kurdistanê yên îroyîn ===
Îro li [[Îsrael]]ê, qederê 100.000-150.000 cihû hene, yên ku bi eslê xwe [[kurd]] in.
 
== Girêdanên derve ==
{{Commonscat-b|Judaism}}
* [http://www.kurdishjewry.org.il אתר הארגון הארצי של יהודי כורדיסטן (Kurd li Israêlê, bi zimanê [[ibrî]] ye)]
 
 
[[Kategorî:Cihûtî|* ]]
 
{{Link FA|ka}}