Girik: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
GanimalBot (gotûbêj | beşdarî) B formatkirin |
||
Rêz 1:
'''Girik''' mezrayeke gundê [[Meşkina]] ye û bi ser [[Dêrika Çiyayê Mazî]] ve girêdayî ye. Dîroka Girik geleki kevn e, li gori çavkaniyên herêmî bîst û du caran hatiye avakirin û xera bûye. Cara dawî ji hêla Mele Mihemed ve berî niha bi 110 salan hatiye avakirin û lawê wî Hecî Ubêdulah dû re Qesrek lê ava kiriye û gelek rez û darên fêki çandiye. Dehla wê bi navê [[Temz]]ê hatiye naskirin. Ji ber ku
Çarhawirdora Girik çiyayên bilind in. Bakurê Girik çiyayê Herêzmê ye, li rojavayê wê Pozê Bîran ku bilindahiya wî ji behrê 1114 metro ye. Li Pozê Bîran nêzî 11 biran hene. (Navê çiyayê Pozê Bîran ji wan bîran tê.) Lê sê bîr tenê hatine dîtin, yek ji wan bîran sal duwanzde meh tijî av e, havînî ava wê pir cemidî ye. Pozê Bîran di dîrokê de dereke gelekî asê bûye. Ku mirov lê dinihêre ji kevirên gelekî mezin û şehkirî xuya ye ku keleh an jî bircên dîrokî hene û xera bûne. Li rohilatê Girik mirov dikare gundê Meşkîna bi nêrina çûkê bibîne. Ji başûrê Girik ve [[Beriya Mêrdîn]] heta gundên Kurdistana Başûrê Rojava [[Binya Xetê]] tê xuyakirin.
|