Derwêş Serhedî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B îya-->iya
Rêz 16:
}}
 
'''Derwêş Serhedî''' di payîza sala 1964`an de li gundekî qeza Cilawiz(Susuz)`ê ku girêdayî bajarê Qersê ye, hate dinê. Gundê wî dikeve qontara çiyayê Qisirê, wê demê gundekî 70-80 malî bû. Mixabin ji sedema jîyanajiyana aborî û bi piştî destpêka şoreşa bakurê Kurdistanê gundê wan jî mîna gelek gundên din ji xelkê vala bû û gundî neşar man ku ji cihê bav û kalên xwe ber bi metrepolên Tirkiyê koç bikin. Ji bona wê jî niha di gund de tenê 20 heya 25 malan mane.
 
Derwêş ji malbatekê tê ku hal û rewşa jiyana wan baş û mîna salên berê di etmosfêrekî Kurdewarî de jiyana xwe didomînin. Wî xwîndina xwe ya dibistanê li gundê xwe bi dawî anî û piştî wê dibistana navîn jî li bajarê Qersê berdewam kir. Sala 1985an Derwêş bû esker û di Adar 1987an de eskeriya Romê bi dawî anî. Li Ilona 1987an de ji Kurdistanê derket û hat Ewropa û li welatê Elmaniya bi cîh bû.
Rêz 32:
Derwêş herçiqas dema ku li Kurdistanê bû, jiyaneke civakî û sosyal didomand û bi germî di nava şînî û şahiyên gel de bû jî, lê wî ev karê xwe li Ewropa hê jî berfirehtir kir. Li Ewropa wî xebatên xwe di nava gelek komên folklorî, orkêstrayên profesyonel domandin.
 
Di sala 1997an de berhemê Derwêş ya yekemîn (Kûra Çayê) di nava gel de hat weşandin. Piştî wê di sala 2000an de berhema wî ya duyemîn( Stranên Gelêrî ‘Xecê-Sîyabend’Siyabend’) derket û di nava muzîk hezên Kurd de bi germî hat pêşwazî kirin.
 
Sala 2004an jî berhemê Derwêş yê bi navê (Şerê Girîdaxê) jî di nava gel de hat belav kirin.
Rêz 44:
== Albûmên wî ==
* Kûra Çayê 1997
* Sitranên Gelerî (Xecê-SîyabendSiyabend) 2000
* Şerê Girîdaxê 2004
* Rengên Govendê 2007