Sarlî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 19:
 
== Nav ==
Sarlî an şarlî navekî henekî yê ku cîranên sarliyan li wan kirine ye. Sarlî bixwe vî navê red dikin û ji xwe re dibêjin [[kakêyî|kakêyiyên]] ji êla [[bacelan]]. Goya navê sarlî ji «şerat lî», yanê «bihuş bû ya min» hatiye afirandin. Cîranên wan îdia dikin ku şêxên sarliyan di demên borî de, cîh di bihuştê de firotinibûne murîden xwe, ji ber wî ji wan re bi henekî «şerat lî» gotine. Şeratlî di çerxa demê de bûye sarlî.
 
== Dîrok ==
Gorî dîroka devkî ya sarliyan ew şaxeke êla kurdan a bacelan in. [[Bacelan]] êleke mezin li [[Başûrê Kurdistanê|Başûr]] û [[Rojhilatê Kurdistanê]] ne û di heterodoksiya olî ya di nava gelê kurd qenebe nomînel pêwendî ne. Li Mûsil terîqeteke [[şiî]]tiye ya aşirî bi navê [[Becwanî|Bacewenî]] heye, ya ku bi êla bacelan re tekildar e. Bacewenî û sarlî cîranên hevin û eynî zaravayê diaxivin, belê aliyê olê de hinek cûdayiyên wan hene. Paşbendika -wenî taybetmendiyeke navên [[Lek#.C3.8Al_.C3.BB_e.C5.9F.C3.AEr.C3.AAn_lek|eşîrên lek]] e. Herwiha li Lekistanê êleke bi navê bacewenî dijî, belê teoriyên derbarê hêla hatina wan tiştekî vebir nadin dest. Hinek dibên Bacewanî ji Mûsilên koçê [[Lekistan]]ê bûne yên din bawer dikin ku baceweniyên li [[Mûsil]]ê ji êla hemannav a li Lekistan veqetiyan e. Çibe jî navê vê êlê bi heterodoksiya olî ve li Kurdistanê girêdayî ye.
 
== Çavkanî ==