Bêrîvan Arîn: Ferqa di neqeba guhartoyan de

12 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 10 salan
B
Bêrîvan di sala 1981'an de li navçeya Xelfetî (Riha) jidayikbû. Bi 13 saliya xwe digel malbata xwe koçberiya Swîsre dike û perwerdehiya xwe li wir diqedîne. Ji zarokatiya xwe pê ve dildariya wê ya herî mezin muzîk e, lewra di salên lîseyê de bala xwe dide muzîkê.
 
Wê ji sala 2000'an heta sala 2004'an solîstiya ''[[Koma Arîn]]'' kir û digel komê di sala 2003'an de albumek bi navê ''Bengiya Rojê'' derxist. Dii albumê de çend awazên Bêrîvanê jî – wek ''Berfîn'' û ''Bêrîvanê'' - cih digirin. Piştî belawbûna koma ''Arînê'' ya di sala 2004'an de wê li ser navê xwe bi muzîkê berdewam kir.
 
Di sala 2006'an de hunermendê tirk Mehmet Ali Demren (''Mali'') bi wê re duetek kişand: navê stranê ''Kürdüm'' (« Kurda min ») e û li ser evîndariya lawekî Tirk û keçeka Kurd yên ku evîna wan ji aliyê malbatên her duyan ve tê qedexekirin hatiye nivîsandin. Strana ''Kürdüm'' di albûma ''Mali'' ya bi navê ''Işte böyle'' (« Fermo, wiha ») de cih digire.