Charlie Chaplin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{Çavlêgerandin}}
[[Wêne:Charles-chaplin 1920.jpg|thumb|Charlie Chaplin (1920)]]
'''Charles Spencer Chaplin''' (1889 – 1977) ku navê xwe daye sînemayê li Înglistanê[[Îngilistan]]ê hatiye dinyayê. Tîpê Şarlo ku kir li seranserê cîhanê navê wî belav bibe, li Hollywoodê[[Hollywood]]ê afirand. Di fîlmên xwe de tundî û neheqiyên li ser mirovên ji rêzê bi zimanekî qerfî û dem bi dem jî bi xemgînî raberî mirovan kir. Di fîlmên wî de hezkirina mirovan li pêş bû. Her wisa di fîlmên wî de têgihîştineke bêmînak a rexnekirinê jî hebû. Çîroka jiyana Chaplinî bi kurtî wisa ye.
 
“Kurê Chaplînê lîstikvan, ez Charles Spencer Chaplîn di 16ê nîsana 1889an de li Londonê hatime dinê. Bavê min lîstikvanekî mîzahî yê hoste bû, diya min stranbêja operetê bû, piştre li şanoyên Vareyteyê xebitî. Min salên xwe yên zaroktiyê li Londonê li taxa xizanan East Sideê derbas kir. Piştî ku bavê min bû muptelayê alkolê, êdî li malê xwarin çênebû. Ji bo qafikeke şorbeya germ, birayê min Sidney gelek caran mecbûr ma ku li deriyê saziyên xêrxwaziyê bide. Min nekarî pê re herim; me her duyan heman solî bi dorveger li pê dikir. Bavê min em di nava xizaniyeke mezin de hiştin û mir. Şeş salan tu der nema ku min li deriyê wê neda. Min erebecîtî kir, şevan li ciyên cur bi cur xew kir. Di dawiyê de diya min karek dît, lê piştre dîsa em bêpere man. Birayê min Sidney, heta jê dihat alî me dikir. Lê êdî jê re jî giran dihat, ji bo garsoniyê bike çû Afrîkaya Başûr. Piştre ez ketim kûmpanyayeke şanoyê. Ez 14 salî bûm û tiştê ji min dihat min dikir, lewre ev kar êdî ji bo man û nemanê bû. Ez dizanibûm eger çavê wan min negire, dîsa em her du (ez û diya min) dê birçî bimînin. Lê eger çavê wan min bigire, her roj dê taseke şorbeya germ hebûya bo me. Ez û şano ji hev ne dûr bûn, berê bi koma The Eight Lancashire Ladsê re derketibûm ser dikê. Lê vê carê wan rolek dabû min, diaxivîm, temaşevanan jî guhdariya min dikir. Êdî ez ketibûm nava kadroyê (wekî ji bo hemû lîstikvanan) êdî ji bo min serdema gerokiya li şanoyên jevketî yên li çar aliyên Înglistanê dest pê kiribû. Lê êdî ez û diya min ne bêşîv bûn. Dema ketim nozdehsaliya xwe, Fred Karnoyê ku di cîhana şanoyê de navdar e, ez xistim nava koma xwe. Ez di revuya bi navê A Night in a London Clupê (Şeveke li Clubeke Londonê) de di rolê serxweşekî de dilîstim. Lîstik gelekî hate hezkirin, bi sedan caran hate nîşandan, em li seranserê Ewropayê geriyan. Piştre Fred Karno biryar girt ku here Amerîkayê. Di sala 1911an de em çûne Amerîkayê û li bi sedan bajaran em lîstin. Êdî heftane sed dolar dikeve destê min. Hosteyê qerfê yê dahatiyê Mack Sennet ku ez li ser dikê dîtim, bi heftane 125 dolarî li Keystone Fîlm Companyê kar da min. Ez di gelek kurtefîlmên qerfî ku bala kesî nekişandin de lîstim. Piştre min li New Yorkê kurtefîlm kişandin. Ji ber ku gel ji van hez kir, min karşılamıştır yek ji wan bi 2000 dolarî bifiroşim. Piştî yazdeh salan, min ê ji firotina 11 kurtefîlman milyonek dolar qezenc bikira. Ez bi ser ketibûm. Fîlmên min li hemû deverên cîhanê dihatin nîşandan. Ez bûm lîstikvanê yekemîn ku mala fîlmçêkeriyê ji bo xwe ava kir. Min li Hollywoodê studyoyek da çêkirin û êdî li ser navê xwe dixebitîm. Piştî salekê min li gel Mary Pickford, Douglas Fairbanks û derhêner Griffithî United Artist Corporation ava kir. Di sala 1920an de min cara pêşî fîlmekî metrajdirêj çêkir (The Kid / Lawik, Jackie Coogan jî tê de lîstibû). Piştî vî fîlmî fîlmên The Pilgrim (Hacî, 1922), A Woman of Paris (Jineke Parîsê, 1923), The Gold Rush (Êrîşa bo Zêran, 1925), The Sircus (Sîrk, 1928) hatin. Ez ji bo van fîlman sê salan xebitîm. Cara pêşî zewicîm: jina min a pêşî Mildred harris, ya duyemîn Lita Grey bû. Hemû ev e.”
Rêz 22:
Dozînerê sînemayê yê fransiz Louis Delluc, Chaplînî dişibîne Molîerî û nivîskarê sînemayê Elîeyîî jî dişibîne Shakespeareî. Di her du şibandinan de jî mafdar e. lewre Chaplîn tekane hoste ye ku di sînemayê de qerf û xemgînî gihandine hev.
 
== Çavkanî ==
{{çavkanî}}
 
== Girêdanên derve ==
{{commonscat-b|Charlie Chaplin}}
* [http://www.charliechaplin.com/ Malpera fermî]
 
[[Kategorî:Brîtanî]]