Kevan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
 
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Hun bow.jpg|150px|thumb|Kevanek.]]
#REDIRECT [[Kevan (kovar)]]
 
'''Kevan''' amûra pê [[tîr]] tê weşîn, pekîn, avêtin e. Heya derketina [[barûd]]ê, tîr û kevan di şer de, ji çekên sereke bûn. Niha tenê di [[werzîş]]ê de tên bikaranîn.
 
Ji vir heya 64 hezar salan berê tîr û kevan hatine bikaranîn, bo wê bermahî hene. Bo şer, nêçîrvaniyê bûne. Kevan herî berê li [[Afrîka]]yê hatiye bikaranîn.
 
== Serpêhatiya kevanê ==
Gorî dîroknasên [[grek]]î nivîsîne [[mediyan]] tîr û kevanên gelek mezin bikardianîne. Ango tîr-kevanên mediyan ji yê [[ewropa]]yiyan gelek mezintir bûne. Kurdan kevanên xwe ji darên [[kenêr]], [[kevot]], helhelokê ([[belalûk]]) çêkirine û ji hestiyan dox û girêdanên wê xemilandine. Bendên wê ji [[betan]]ên dewaran bûn.
 
Xizanan ji xwe re tîr-kevanên çorsane çêdikirine. Li [[Kurdistan]]ê bazaran de tîr û kevanên doxên wan bi [[zêr]], [[zîv]] û [[lajwerd]]ên din xemilandî jî dihatine firotin. Kevanên [[Soran]]an tîrên xwe heya 1 km jî dipekandine, di wêjeya devkî de wisa tê behskirin.
 
Bi qasî edebiyata devkî de hatiye bikaranîn em dizanin, mîrîtiya Soran tevayiya çekên serdemê bi xwe çêkirine. Dîsa li Kurdistanê gelek kargehên çekan hildiberînin hebûne. Li bajarê [[Semsûr]]ê, herwiha li [[Erzîrom]] û [[Amed]]ê, tîr û kevan dihatine çêkirin û li bazaran dihatine firotin.
 
== Hin cureyên tîrên kurdî (ji wêjeya devkî) ==
* '''Kevanê kûsiyan''', bi texmînî ev binavkirineke rengdêrî ye, ji yên herî çorsane û biçûk re gotine.
* '''Tîrkaş''', kevanên klasîk ên berê tîrê berî bi kevankêş tê bikaranîn re dibêjin. Ango kevan bi destê tê girtin, tîr bi bendikê li ser kebanê tê pêkandin
* '''Kevanê kevankêşên serbaz''', di artêşan de ji kevanên ku serbazan, fermandaran bikaranîne, cudiyatiya wan çi bûye lê xebatekê nehatiye kirin, nayê zanîn
* '''Kevanê Suryaniyan''' (?)
* '''Kevangeş''' (?)
* '''Kevanê bidîklok''', bo nîşangirtinê dîklokek wê heye
* '''Kevanê Reşkotiyan''' (?)
* '''Kevanê bi kursî''', kevanên mezin ên pêdandî ne, li birc û dergehên mîran hatine bikaranîn
* '''Pêşrev''', bi texmînî kevanên mediyan ên grekiyan behsa wê kirine ev in
 
[[Kategorî:Çek]]