Tirî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
B kopya
Rêz 84:
</gallery>
 
== BinêreGrêdanên derve ==
{{wîkîferheng|tirî}}
 
[[Mêwê tirî]]
'''AGAHDARIYA ZÊDE'''
 
TIRÎ
FÊQÎYEK WEK DERMANXANÊ
GRAPES INEB
Em Kurd pirî caran dema dikak (zeryewat) anjî fêqiyan dixwin, tiştê herî kêrhatî û derman naxwin û tavêjin. Yek ji van jî TIRÎ ye. Dema em tirî dixwin tûvil (qaşil) û dindikên (sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin. Di rastiya xwe de dermanê hemi derdan qaşil û bizrê wî ye. Xasma (taybet) tiriyê reş, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).
Tiriyê reş bi serê xwe wek dermanxanekê ye û ew jî xelata xweristê ye. Hewceye tirî bi qaşil û sîsik ve bê xwarin. Kesên diranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biherişînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jî hingiv tev bikin û bixwin.
Ji dara tirî re mêv tê gotin. Tirî fêqiya wê mêwê ye. Ji mêwekê pir qurm (navteng) û çik derdikevin. Ji wan jî rîşî derdikevin, ew rîşî aloke ne, xwe di daran dialînin û heta bi 30 mitroyan jî bilnd dibin. Mêw pela xwe diweşîne.Pelên wê bi gelenperî pênc parçe ne, û kesk in. Kulîlka wê di navbera çar û şeş girêkan li hember pelan vedibin. Jibo kulîlkên wê bibin fêqî, hewceye germahî ji16 derecan kêmtir nebe. Di navbera 18-21 derecan de kulîlk dibin toz û %50 ji wê tozê dibin libên tirî. Tê gotin ku bi hizaran cûreyên tirî hene. Lê qasî 100 cûreyan çandiniya wan tên kirin. Tirî bi rengên xweve sor, reşmor, zer û spî ne. Hinek bi sîsik û hinek jî bê sîsik in. Li gor hewcedariyê jibo xwarin, doşav, pestiq, mewîj û beniyan tên çandin.
Welat û dîrok: Welatê tirî Mezopotamya ye. Lê hinek dibên “Anatolî, Asya biçûk û Kafqasya ye”. Lê li her deverê çîhanê tê çandin û lê hêşîn têt. Dîroka wê ji 7000 salan berjortire. Ji 5000 salan wir de çandiniya wê û rezvaniya wê tê kirin.
Di medenîyet û mîtolojiyên kevnar de wek senbola bereketê dihat pejirandin. Sermîyandar û mîrên berê li ser xwesteka hekîmên xwe jibo tenduristî û başxebitandina mejî bi kar tanîn. Di pîrtûkên gerokên wek “Xenophon, Pîlîne, Strabon” de qala rezvaniya li Mezopotamya hatîye kirin . 2400 sal berê ji van deveran û ji Trabzonê jibo Wenedîkê şarab dihat şandin. Her weha şeraba Îranî û Misrê jî piraniya wan ji Mezopotamya diçûn. Di dema me de tirî bi pir cûreyan tê xebitandin. Fêqî, pel, dindik ava mêwa wê, xweliya mêwa wê, di endûstiriyên derman, kosmetîk, boyax û hwd tê xebitandin.
Li gor pispor û lêkolînvanan “Tirî bi serê xwe dermanxane“ ye. Li Kurdistanê bi qasî heftê cûreyên çandiniyê hene. Tiriyên herî navdar ê deverên Herzincan, Harpût, Malatya, Bêsnî, Entab, Mêrdîn, Amed, Herdîş û Geliyê Tîyarê ne. Bê goman ev tenê yên Kurdistana Bakur in. Rojhilat, rojava û başûr jî ne jê kêmtirin.
Têdahî: Şekir, Kalsiyûm, potasyûm, sodyom, hesin, protein, karbondîhîdrat, fosfor,asîta lîkotonîk vitamîn,A- B1- B2- C- Omega 3 ommega 6 û hwd.
Li ser lêkolînên Zanîngeha Qeyserî ya biokîmya, Aysun Çetîn dibêje: “Mişk ji aliyê biyolojî de, ruhberê herî nêzîkî mirova ne. Me li ser 80 mişkan sîsika tiriyê reş ceriband. Di encamê de derket holê ku tiriyê reş jibo xweşkirina (tedawî ) penceşêrê pir bi fayde ye. Kesên kemoterapî û radîoterapî dibin, divê rojê fincanek mewrûjên reş ên bi dindik (hewceye dindik baş bên cûtin) an jî gûşîyek tirî bixwin”.
Di dindika tirî de madeyên bioflavonotît û proantîokîyanîdîn heye. Ew ji vîtamîn C 20 caran û ji vîtamîn E 50 caran bihêztir antî oksîdan e. Di bedena mirov de ji mûyê serî, heta nenûkên piyan bi reh û mûrehan ( rehên mûyane ) dagirtîye.
Dema ew bixetimin, xwîn tê nagere û ew dever pûç dibe, dimire. Dindka tirî wan mûrehan (damarên wek mûyên zirav) vedike û pêşiya hemi nexwşiyan digire. Deverên nexweş jî dikewîne.
Cara yekem ev tişt di 1947an de li Fransa di Zanîngeha Bordeaux de ji aliyê Profesorê Tibê, kîmyager Jack Masquelier ve hatiye tesbîtkirin. Li gor lêkolîn û ceribandinên li Fransa (1985) yên li ser 92 nexweşên di bin qontirolê de, 28 rojan serê kes 300 mîlîgram sîsikên tirî hatîye dayîn. Van dindikan % 50 êşa beden, kirampfên (ji nişka ve hişkbûna reh û jîyan) dema razanê û mûhrîbûnên dikevin ber çavan kêmtir kiriye.
Dîsa li Firansa ceribandinên li ser kesên di bin qontirolê de rojê 200 mîlîgiram dayîna sîsikên tirî (5 hefteyan), di encamê de derketîye holê ku nexweşiyên çavan mîyop (nêznedîtin) yên tişt li ber çavên wan diçilvilin, yên ji ber ronahiyê çavên wan diqirmiçin, yên di dûrbîniyê de arêşeyên wan hene, di nexweşiyên din yên çavan de, nexweşiyên wan kewîyane û hatine ser qewlê xwe yê berê.
Li gor lêkolînên 1995 yên li Îtalya hatîye kirin, di encamê de derketîye holê ku sîsika tirî jibo pêçivîn (werimîn) ên rehageş ( rageş- reha sor- şeryan, reha xwînê tavêje) hisên mûhûrîbûne, sotin (şewat) û vekirina rehên mûyan, ji dermanê herî navdartir bi bandortir û demdirêjtire.
Li gor lêkolînên van salên dawîn hatinekirin, pispor û lêkolînerên Amerîkî, Ewropî û Japonî dibên:”Kesên tengasiyên jibîrçûyînê dikêşin, kesên arêşeyên wan yên rehan û mûrehan hene, yên ku kurîşkên stuh û rûyên wan zêde dibin, kesên çermên (rû) wan dibehin û ne zinde ne, yên xwe di aliyê zayendî (şehwet seksî) de têrneker dibînin, kesên arêşeyên dil heyî û qirîza dil derbas kirî, kesên rîzîkoya qirîza dil heyî, kesên ji ber sedemên kalbûnê arêşeyên dîtinê heyî, kesên di bedena wan de peçivîn (werimîn) û alerjî heyî, kesên zixtê (tansîyon) wan bilind, yên bi hêsanî xwîn ji bedena wan tên û laşê wan şîn dibin, kesên ji sedemên xwînê destistan (felc) bûyî, nexweşên şêkir, kesên warîz ( peçivîn û şînbûna rehên lingan) û hemorît heyî, divê dindikên tirî bixwin. Ji ber ku sîsika tirî hemi pirsgirêkên rehan û mûrehan dikewîne ( xweşdike ,tedawî dike) û rê li ber hêmi nexweşiyan digire.
Kêrhatî: Sîsika tiriyê reş . Sîsika tirî antîoksîdanek herî bihêz e. Di bedenê de xisarên ji alkol û cigarê tên kêm dike. Xwînê çêdike, pêşiya bêxwîniyê digire. Xwînê paqij dike. Çerm xweşik dihêle û pîrbûnê (kalbûnê) bi direngî dixe. Çerm bi hêz dike.
Tiriyê bi sîsik: 1- Pêşiya helîyana hestiyan digire. 2- Xwedîker e. 3- Beden û zêhnê bi hêz dike. 4- Di bedenê de avêtina madeyên xisardar pêk tîne. 4- Zixta bilind dadixe. 5- Jibo kewîna brînên aşik (mexde) , gastirît ( tirşbûna aşikê), mêlak (kezeb-cerg), xalik (fatereşk) ê dibe alîkar. 6- Qebizê hiltîne, ji kewîna bawîbûnê re dibe alîkar. 7- Dil bi hêz dike, xwînê paqij dike. 8- Vereşîn (xelihîn) û tirşbûna aşikê li cem jinên pêgiran (dugiyan - hemil) disekinîne. 9- Dibe alîkarê avêtina kevir û xîzên nava gûlçîsk (gurçik) an. 10- Rehan (Damar) vedike, brînên wê dikewîne. 11- Jibo nexweşiyên çavan û şevekorê çavêşê, gazindeyên çavan yên ji kompîtûr û televîzyonan tên. 12- Jibo warîsan û peçivînên li beden. 13- Jibo kewandina nexweşiyên ji dev, qiriq û sersing tên, dibe alîkar û hwd..
Karanîn: 1- Çaya belga mêwê- 2- Ava mêwê. 3- Xweliya mêwê. 4- Ava tirî. 5- Macûna sîsika tirî. 6- Sîrka tirî. 7- Xweşava mewrîjan. 8- Dims, pestîq, benî, mewrîj, şerab û hwd.
1- Jibo îshalê bisekinîne: Jibo her qedehek çayê pelek belgên mêwê (ter anjî hişk ) bêxin nav firaxekê bila sê kel bênê. 5-10 deqîqan di dema xwe de bimîne û biparzinin. Rojê 3 caran qedehek çayê jê vexwin
2- Belga mêwê hişk bikin û di nava destê xwe de biperixînin, ku bû toz, wê tozê deynin ser brînê.
3- Belge mêwê ya ter deynin ser brîn û qûnêran, ewê edava nava wan bikêşîne û bikewîne.
4- Ava mêwê: Dema hûn mêwê rûdin (bikesixînin) wê avek jê bê. Wê avê berhev kin, wek pansûmanê jibo sotina çavan û kapekên bihrûyên (burh-ebrû) xwe xin. Û jibo helandina kevir û xîzên nava gurçik û sefrayê, bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin.
5- 5- Xweliya mêwê: Wan çiqên we rûdayî nehavêjin, bisojin û hilînin. Li gor hewcedariyê 3-4 kulm ji wê xweliyê bikin nav tenekek avê û niv seetê bikelînin. Bila hinekî bimîne, paşê biparzinin û jibo xura serî û kapekê serê xwe pê bişon. Hûn dikarin wê avê jibo kuxuk, alûgûhîşk (alok), qirikêşê jî xerxere bikin.
6- 6- Ava tiriyê reş wek şîrê dayikan e . Di lîtrek ava tirî de 800-900 kalorî heye, ew jî bedêla xwarin û vexwarina nîv rojê ye.
7- 7- Heke rojê 3 qedehên ava tiriyê negihiştî (xam) du hefteyan li serhev bê vexwarin, wê kevirên nav gurçikan bihelîne. Heke zikêş û serêşê çêbike, jibo telafiya wê qedehek ava hinaran anjî lîmonê vexwin.
8- 8- Maska tirî: Tirî biherişînin û li rûyê xwe xin, bila seetekê li ser rûyê we bimîne û paşê bişon.
9- 9- Macûna sîskên tiriyê reş: Dindikên tirî di sîrqut an jî bi awayek din bi herişînin. Jibo her kevçîyek bizir 2 kevşiyên mast an jî hingiv tevlê bikin û vexwin. Jibo nexweşiyên me li jor got bi kêrhatî ye. Heke jin, bûk an jî keçên xame, yên pistan (memik) biçûk mehekê li ser hev bixwin, wê pistanên wan pê mezin bibin.
10-10- Sîrka tirî: Ava tirî bigivêşin bikin firaxekê, tûlbendekê (kitan yan tiştekî din) pavêjin ser bila 15 rojan bimîne, paşê biparzinin. Li gor dilê xwe bixebitînin.
11- Macûna mewrîjan: Mewrîj, kakilê gûzan (behîv, bindeq. fisteq jî dibin) bi hevre biherişînin (di sîrqutê de biqutin) û hinek nîvişk jî tevlê bikin û berî xwarinan kevçîyek şêranî jê bixwin.
12- Ma hewceye em qala xweşav, pestîk, mewrîj, benî, dims û hwd bikin?
30/11/08
 
Çavkani: Malpera Lotikxane.com, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar
 
[[Kategorî:Fêkî]]