Riya Teze (rojname): Ferqa di neqeba guhartoyan de

1 bayt hatine jêbirin ,  berî 13 salan
B
kurteya guhartinê tune ye
No edit summary
BNo edit summary
Rya teze hetanî hilweşandina Sovyetistanê di sala [[1992]]'a de dengê kurdên Sovyetistanê bû û niha jî dengê [[kurdên Ermenîstanê]] ye. Rya teze bi tevayî ji 50 salan zêdetir ji alîyê dewletê, weke organa Komîtêya Navendî ya [[Partiya Komûnîst ya Ermenîstanê]], parlamênê û hukumeta komarê bi fermî hate weşandin û niha jî bi awayekî serbixwe weşana xwe didomîne. Rya teze li Ermenîstanê yek ji çar rojnamên sereke bû.
 
Din salên destpêkê de [[Harûtyûn Mkirtçyan]]ê ermenî, paşê jî [[Cerdoyê Gênco]] yê kurd berpirsyarîya rojnamê kiribûn. Bi biryara [[Stalîn]] weşana rojname ji sala [[1937]]'a heta [[1955]]'a hate rawestandin. Piştî mirina Stalîn di sala 1955a Rya teze dîsa dest bi weşana xwe kir, lê vê carê bi [[tîpên kîrîlî]] ku ji aliyê [[HecîyêHeciyê Cindî]] ve hatibûn amade kirin. Berpirsyarê rojname ji 1955a hetanî 1989'a, ango 34 salan, [[Mîroyê Esed]] bû.
 
Rya teze li ser rojnamegerî û hişyarkirina hestên netewî ên kurdî bandoreke mezin kir. Di rojname de hin kesên ku xebitîn ev bûn: Qaçaxê Mirad, Şekroyê Xudo, Xelîlê Çaçan, Babayê Keleş, Tîtal Mûradov, Elîyê Ebdilrehman, Egîtê Xudo, Hesenê Qeşeng, Pirîskê Mihoyî, Porsora Sebrî, Tîtalê Efo, Karlênê Çaçanî, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Paşayê Erfût, Letîfê Emer, Gayanê Hovhannîsyan. Di van salên dawî ku rojname ji ber rewşa aborî carcaran mecbûr ma ku navber bidê weşana xwe berpirsyarê rojnamê Emerîkê Serdar, cîgirê wî Grîşayê Memê û nûçagîhanê giştî jî Rizganê Cango bûn.
3563

guhartin