Alfabeya kurdî ya latînî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Merivan (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
Di nivisîna [[zarave|zaraveya]] [[Kurmancî]] de [[tîpên Latînî]], [[Kîrîlî]] û [[Erebî]] tên bikaranîn. Ji van [[alfabe|alfabeyan]] yê herî zêde tê bikaranîn û ji aliyê nivîskar, hunermend, rojnamevan û rewşenbîran ve hatiye pejirandin tîpên latînî ye.
 
Hîmên alfabeya latînî ji aliyê Mîr [[Celadet Bedirxan]] ve hatiye avêtin. Mîr Celadet, ji sala 1919an dest bi amadekirina xebata alfabeya latînî kirîye. Wî, di 15yê Gulana sala 1932an de di hejmara pêþîn ya [[kovara Hawarê]] de dest bi belavkirina alfabeya kurdî a latînî kirîye. Loma ji alfabeya kurdî ya latînî re "alfabeya Hawarê" yan jî "alfabeya Celadet Bedirxanî" jî tê gotin.
 
Alfabeya latînî, alfabeyeke fonetîk e, ango her tîpek îşareta dengekî ye û ji alfabeyên din baştir bersiva dengên zimanê kurdî dide.
Hejmara tîpên alfabeya kurdî 31 in.
 
 
Di [[zimanê Kurdî]] de 31 yek deng hene û ji bo her dengekî jî tîpek (herfek) heye. Bi tenê dengekî taybetî di zimanê kurdî de heye ku bi du tîpan derdikeve û bi kurdî jê re pevdeng û ewropî jî dîftong dibêjin. Ew jî tîpên Xw ne. Dengê tîpa "x" bilind û xurt e û ya "w" jî nizim û zeyîf" e. Carnan dengê "w" weha kurt û zeyîf e ku mirov nabihîse û bi tenê dengê "x" dibîhîse. Loma jî di nivîsandina kurdî de herî bêtir çewtî di vî dengî de tê kirin. Ev dengê kurdî ku ji du tîpan derdikeve di zaravayê kurdî de ne wek hev e. Di zaravayê [[Kurmancî]] de jî li gor herêman tê guhartin.
 
[[Soranî]], [[Dimilî]] û li hinek deverên kurmancî jî bi tenê "tîpa "x" bi kar tînin. Lê di rastnivîsa Kurmancî de pêwîst e ku mirov "xw" binivîse.
 
 
Tîpên latînî ên di kurmancî de tên bikaranîn 31 heb in.