Newşîrwan Mistefa: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû hate tomar kirin
 
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 6:
 
==Jînenîgarî==
Piştî bidawîkirina dibistanê Noşîrwan Mistefa diçê [[Bexda]]yê û li wir beşa zanistiya polîtîk dixwînê. Paşê vedigerê Silêmaniyê û di [[heftenameya Rizgarî]] de dixebitê. Di wê demê de bi çend kesên din re rexistina [[ Komala]] - ev rêxistin ji rêxistina Komala li [[Kurdistana rojhilat]] cûda ye - ava dikê. Ji ber van xebatê ew mecbûrî koçkirina derveyî welat tê kirin û diçê [[Viyana]]ya [[Avûstûrya]] û li wir [[hiqûqa navneteweyî]] dixwînê. Di sala [[1975]]'a de serhildana kurdan li başûr di bin pêşengiya [[PDK]]'ê ya di bin serokatiya [[Mistefa Barzanî]] dest pê dikê û Noşîrwan Mistefa bi [[ Celal Talabanî]] û hin kesên din re dikevê têkiliyan ku partiyeke nû ava bikin. Weke encama van hewldanan Yekîtî Niştimanî Kurdistân (YNK) tê damezrandin û Celal Talabanî dibê sekreterê YNK'ê û Noşîrwan Mistefa jî dibê cîgirê sekreterê YNK'ê. Celal Talabanî ji bo xebata derveyî welat û Noşîrwan Mistefa jî bo nava welat de tê wezîfedar kirin.
 
==Jiyana Pêşmergetî==
Noşîrwan Mistefa hem siyasetmedar û hem jî [[pêşmerge]]yekî jêhatî bû. Wî pêşengiya [[serhildanên kurdan]] yên salên [[1976]]'a û [[1991]]'a li dijî [[rejîmaRejîma Baasê]] kir. Di sala [[1991]]'ê dade wi weke fermadarêfermandarê pêşmergeyan pêşengiya [[raperîn]]a ji bo azadkirina bajarê [[Kerkûk]]ê kir. Ligel karên xwe yên politîk û leşkerî Noşîrwan Mistefa weke nivîskar jî dixebitê û çend pirtûk li ser doza [[Kurdistan]]ê û [[dîroka çapemeniya kurdî]] nivîsandine.
 
==Jiyana niha==
Di salên [[2005]]'a û [[2006]]'a de Noşîrwan Mistefa hewl da ku sistema hilbijartinê û struktûrên nava YNK'ê nû bikê, lê bi taybetî ji ber dijberiya sekreterê YNK'ê [[Celal Talabanî]] ew hewldan bi ser neketin û Noşîrwan Mistefa mecbûrî gavpaşavêtinê ma. Noşîrwan Mistefa di [[5'ê berfanbar]]a [[2006]]'a de ji postên xwê yên nav YNK'ê îstifa kir û da xwiya kirin kû ew dixwazê bi vê yekê êdî xwe bêtir bidê karê Ragihandinê[[Çapemenî]] û [[Ragihandin]]ê û dixwazê Dezgeheke serbixwe ya Ragihandin ava bikê. Noşîrwan Mistefa niha xwediyê [[Kompanya Wişe]], [[malpera Seibe]] û rojnameya [[Rojname]] ye, her wiha ew amadekariya televîyoneke satelî bi navê ( Kurdish News Network Channel - [[KNN Channel]]) jî dike. Noşîrwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Celal Talabanî 10 mîlyon dolar dane Kompanya Wişe. Noşîrwan Mistefa niha weke nivîskar û siyasetmedarekî serbixwe li Silêmaniyê dijî.
 
== Berhem ==