Hawar (kovar): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
wêne lêzêde kir
Kurdodino (gotûbêj | beşdarî)
B tevlîbûn
Rêz 1:
[[Wêne:Hawar1.jpg|right|thumb|HejmaraRûpela yekê ya hejmara dawî (57'a) ya Kovarakovara '''Hawar'''ê]]
 
'''Hawar''' kovareke[[kovar]]eke [[kurdî]] bû ku ji alîyê [[Celadet Elî Bedirxan]] hate derxistin.
 
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi [[tîpên latînî]] hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina [[zimanê kurdî]] de heye. Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê [[gulan]]a [[1932]]an'a de derket û heta [[194215'ê tebaxa]] [[1943]]'ana 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta [[Sûrî]] [[Şam]] bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk (siyasî) û wêjeyî bû û ji aliyê [[Celadet Elî Bedirxan]] ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cîhekî girînge, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî da bûbû ekolek û heta sala l943ê[[l943]]'ê weşana xwe berdewan kir. Celadet di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn da wiha got:
 
''Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.''
 
Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên [[frensî]] jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî ê kovarê bi [[alfabeya latînî|alfabeyên latînî]] û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî [[Kamûran Elî Bedirxan]], ko êdî ew jî wê çaxê hatibû Lubnanê[[Lubnan]]ê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî da bûn kesên navdar.