Eliyê Teremaxî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 21:
Dîroknasê kurd ê navdar [[Mele Mehmûdê Bazîdî]] di sala 1274ê koçî de, ku beramberî bi 1857-1858ê zayinî dike, pêşgotinek li ser vê pirtûkê nivîsandiye û pirtûk wekî destnivîsek teslîmî Qonsolosê Rûsî yê bajarê [[Erzirom]]ê [[Aleksander Jaba]] kiriye. Marif Xeznedar ev destnivîsa ku li Lenîngiradê di Pirtûkxaneya Amojgeha Rojhilatnasî ya girêdayê bi Akademiya Zanistî ya Sovyetê de bi hejmara C1958 hatibû qeydkirin, di sala 1971ê de bi dest xistiye û di eynî salê de bi navê “Destûra Zimanê Erebî Bi Kurdî: Eliyê Teremaxî” li Bexdadê daye çapkirin.
 
[[Reşîd Findî]], rêçikên ku Elî Teremaxî di vê pirtûkê de derbarê rêzimana kurdî aniye zimên, di pirtûka xwe ya bi navê “Eliyê Teremaxî Yekemîn Rêzimannivîs û Pexşannivîsê Kurd e” (BexdadBexda, 1985) de kom kirine û bê ku dest bide orijînala wan, bi alfabeya kurdî ya Başûr bi tîpên erebî nivîsandiye. Findî di vê pirtûka xwe de -çaxa ku ji navê wê jî tê fêmkirin- pêşniyaz dike ku Teremaxî wekî yekemîn rêzimannivîsê kurd bê damezrandin.
 
Elî Teremaxî di diyarkirina dîtinên xwe yên li ser rêçikên rêzimana kurdî de term û bêjeyên wê demê bi kar anîne, ku ev term û bêjeyên han bi giranî erebî ne. Çawa ku me got, Reşîd Findî jî dest nedaye tekstên Teremaxî û wan bi şiklê xwe yên orijînal tomar kirine. Lê kesê ku têra xwe di ziman û rêzimanê erebî de pispor nebe, mimkûn nîn e ku ji van gotin û term û bêjeyan fêm bike. Ji ber vî, me xwest ku em hem orijînala wan bi tîpên latînî binivîsînin hem jî wan wergerînin kurdiya nûjen. Em di vê nivîsa xwe de cih nadine nirx û şîroveyên li ser kêmasî û uslûban û em dest nadine mînakên orijînal yên ku Teremaxî bi kar anîne û Findî qeyd kirine. Lewra niyeta me ew e ku em di demek bê de hem vê xebata Teremaxî, hem jî xebata Yusuf Ziyadîn Paşa ya li ser rêzimana kurdî di pirtûkek de bicivînin û bi hûrgilî li ser wan bisekinin.