Şablon:GH/2022/4: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
B Jibo ku li ser komputerê cihe zêde digire wekê wîkîyên din tê standardkirin
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude>
[[Wêne:Flag of the Republic of Mahabad.svg|left|120px|Wêneya gotarê]]
'''Komara Kurdistanê''' yan jî '''Komara Kurdistanê ya Mehabadê''', komareke kurd bû ku serbajarê wî bajarê [[Mehabad]]ê bû. Komar, di 22ê [[çile]]ya sala 1946an de ji aliyê serokê wê [[Qazî Mihemed]] ve hate ragihandin. Piştî encamdana serhildanên [[Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî|Şêx Ubeydullahê Nehrî]] û [[Serhildana Simkoyê Şikak|Simkoyê Şikak]], di nava kurdên rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. [[Huseynê Mukriyanî]] ku ji Mehabadê ye, bi rêya zanayê [[Îran]]î Ahmed Kesrewî Tebrîzî tevgera [[nazî|naziyan]] û fikra naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara [[Şûle (kovar)|Şûle]] derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsa neteweyê kurd dike ku kurd jî ji qewmên aryan in û divê wek almanan kurd jî împeratoriya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên kurdên rojhilat de her dihatin niqaşkirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir. Sepanên Riza Şah li [[Rojhilata Kurdistanê]] nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin.
<small>'''([[Komara Kurdistanê|bêhtir...]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2022|GB=4}}