Şablon:GH/2022/29: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
Rûpel bi "<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude> left|120px|Wêneya gotarê '''Behram''' an bi latînî: '''Mars''' yan jî '''Merîx''', yek ji her neh gerstêrkên pergala Rojê ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Cîhanê (Dinyayê, Erdê) gerstêrka çaran e. Behram 227,9 milyon km ji rojê dûr e û gerstêrkeke bejayî ye ku atmosfereke wî ya zirav heye. Ji ber ku heyama zivir..." hat çêkirin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
 
Penaber49 (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
<noinclude>{{GH/navîgasyon}}</noinclude>
[[Wêne:Schiaparelli Hemisphere Enhanced.jpg|left|120px|Wêneya gotarê]]
'''Behram''' an bi latînî: '''Mars''' yan jî '''Merîx''', yek ji her neh gerstêrkên pergala Rojê ye. Behram bi nêzîkbûna xwe ji Rojê piştî gerstêrkên Tîr, Gelawêj û Cîhanê (Dinyayê, Erdê) gerstêrka çaran e. Behram 227,9 milyon km ji rojê dûr e û gerstêrkeke bejayî ye ku atmosfereke wî ya zirav heye. Ji ber ku heyama zivirînê û her weha kêşa hêlîna zivirînê ya li gorî rêgeha eklîptîkê dişibin hev, roj û demsal ên Behramê bi yên Dinyayê re hevber in. Behram bi Çiyayê Olympusê, volkana herî mezin û çiyayê herî bilind ê naskirî li ser gerstêrka Pergala Rojê û bi Kanyona Valles Marineris, yek ji mezintirîn kanyonên Pergala Rojê ye. Tejaneya Borealis a nerm a li Nîvkada Bakur e û ji 40% rûbarê axa gerstêrkê digire. Behrem gerstêreke ji berê de ji mirovên li ser rûyê Zemînê dijîn re nas e, ew jî ji ber rengê wê yê sorî geş ê di asîmên de ye. Dibe ku ji vî rengê sor jî Behram li cem Babîlan û Yewnaniyên kevin bûbe sembola Xwedayê şer û cengê bi navê Nergal (en) (Babîl) û Arês (Yewnan). Di Romayê de navê Mars stand. Di sedsalên dawî de piştî Galileo Galilei sala 1564-1642 û çêkirina teleskopan gelek zana bi gerstêrka Behram mijûl bûn. Wan guman dikir, ku bajarvaniyeke pir bilind lê heye, nemaze piştî ku çîrokên zanistiya leylanî li ser hatine nivîsandin, êdî gerstêrka Behram kiribû ser her zimanî. Pir fîlmên sînema yên fantastîk li ser mirovên kesk ji gerstêrka sor hatine çêkirin, ên ku dihatin serdana dinyayê, carinan bi aşîtî û carinan jî bi şer ji bo kolekirina mirovan. Li gor zanînên dawî Behram hişk û hola û bê av e. Bi axeke rengê zer an ber bi sor ve rûgirtî ye, yan ji asîdên hesinî bi hev ketiye. Dema li ser rûyê Behram ba radibe, ew axê bi xwe re radike û bablîsokên tozê çêdike, yên bi teleskopê wekî ewrên zer tên dîtin ew e. Sala 1956 li ser planêtê ewrekî zerî pir mezin hate dîtin. Hêdî hêdî aliyê polê başûr tev girt û piştî neh rojan ji ber çavan winda bû. Berî niha bûyerek halo tu caran nehatibû dîtin.
<small>'''([[Behram (gerstêrk)|bêhtir...]])'''</small>
{{GH/binnivîs|Arşîv=2022|GB=29}}