Pêşdîrok: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Balyozxane (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Add 1 book for Wîkîpediya:Dirûvbarîtî (20210910sim)) #IABot (v2.0.8.1) (GreenC bot
Rêz 27:
''[[Mirov|Homo sapiensên]]'' kevn bi qasî 200.000 sal berê peyda bûne, pê re [[Paleolîtîka navîn|Palaeolîtîka navîn]] dest pê kiriye. Guherînên anatomiyê nîşan didin ku kapasîteya zimên a nûjen jî di dema Paleolîtîka navîn de derketiye.<ref>Race and Human Evolution. By Milford H. Wolpoff. p. 348.</ref> Di serdema paleolîtîka navîn de, yekem delîlên teqez ên bikaranîna agir ji aliyê mirovan ve hene. Hestî û darên şewitandî yên ku wek 61.000 berî dema niha re hatine tarîxkirin li şûnwarên Zambiyayê hene. Binaxkirina miriyan a sîstematîk, muzîk, hunerên kevn, û bikaranîna amûrên sofîstîke yên bi gelek parçeyan bûyerên girîng ên Paleolîtîka navîn in.
 
Li seranserê Paleolîtîkê, mirov bi gelemperî wekî [[Neçîrvan-komker|neçîrvan-komkerên]] [[Barkiranî|koçer]] dijiyan. Civakên neçîrvan-komker pir piçûk û [[Wekhevîxwazî|wekhevîxwaz]] bûn,<ref>Vanishing Voices : The Extinction of the World's Languages. By Daniel Nettle, Suzanne Romaine Merton Professor of English Language University of Oxford. pp. 102–103.</ref> her çend civakên neçîrvan-komker, ên ku xwedan gelek kereseyan an jî teknîkên depokirina xwarinan ên pêşketî, carinan şêweyekî jiyanê yê nekoçer afirandine, ku tê de pêkhateyên civakî yên kompleks mîna serokêşîran<ref>{{Cite journal|last=Earle|first=Timothy|year=1989|title=Chiefdoms|url=https://archive.org/details/sim_current-anthropology_1989-02_30_1/page/84|journal=Current Anthropology|language=en|volume=30|issue=1|pages=84–88|doi=10.1086/203717|jstor=2743311}}</ref> û tebeqeyên civakî jî hebûn.
 
=== Mezolîtîk ===