Mîtolojiya yewnanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
GPinkerton (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 11:
Di vê mîtolojiyê de afirandin ji civaka maderşahî ber bi civaka pederşahî tê guhertin. Her weke rêveberiya mirovî di rêveberiya xwedayî de jî rêveberî ji bav dibuhure kur û herwiha di buhure neviyan jî.
 
Di mîtolojiya yewnanî de Maderexak ([[Gaîa]] an Gê) xwedawenda yekemîn e. Mirovên ku li yewnanîstanê dijiyan û bi axê jiyana xwe didomandin, ji ber ku pêwîstiya wan bi bereket û zayîna axê hebû xwedawenda yekemîn Gê dihebandin. Van mirovan zayîna jinê û bereketa axê şibandibûne hevûdu, lewre jî sifateke mê dane axê.
 
== Zayîna Yezdanan ==
Rêz 17:
[[Wêne:The Mutilation of Uranus by Saturn.jpg|thumb|Ouranos û Kronos]]
 
Ji aloziya ku kaos jê re tê gotin sisê heyberên nemir afirîn; Gaîa (Maderexak), [[Tartaros]] (Tariya Binê Erdê) û xwediyê delaliyeke bêpayan, tîmsalê evînê [[Eros]] (Evîn). Paşê Gaîa bêyî ku xwediyê mêrekî be [[Ouranos]] afirand û pê re zewicî. Bo ku wê werbigire û wê biparêze ew bi xwe re yeksan kir. Û ew kire bavê asîmanan. Bi vî awayî binê erdê (Tartaros), xak (Gaîa), evîn (Eros) û esman (Ouranos) afirîn. Ji zewaca Gaîa û Ouranos sisê zarokên nemir ên pêşîn çê bûn; Dêwên Sedmil. Her dêwek xwediyê pêncih serî û sed milî bû. Piştî van jî sisê zarokên yekeçav ku ji wan re [[Kuklops]] tê gotin, çê bûn.
 
Ouranos ji hêza van şeş zarokên xwe ya hovane tirsiya û ew di kûrahiya Tartaros de heps kirin. Ouranos bawer kir ku dê bi vî awayî desthilatdariya xwe abadîn bike. Lê dilê Gaîa bi jana zarokên wê pare pare dibû û li benda fersenda tolhildanê bû.
 
Zarokên Gaîa û Ouranos ên din dozdeh [[Tîtan (mîtolojî)|Tîtanan]] bûn. Ji Tîtanan [[Hêlios]] xwedayê rojê, Selênê xwedawenda heyvê, [[Okeanos]] xwedayê oqyanûsan, Thetis xwedawenda kehanetê, [[Kronos]] xwedayê zemên, [[Rea]] xwedawenda bereketa zayendî bû.
 
Gaîa biryar da ku bi alîkariya zarokên xwe tolê ji Ouranos bihilîne. Ji bo vê jî ji berheste daseka pirr tûj çê kir. Û ji zarokên xwe xwest ku bi vê dasê tola zarokên wê yên li bin erdê hilînin. Ji ber ku zarokên wê ji bavê xwe Ouranos pirr ditirsiyan pêşîn ev awata wê bi cih neanîn. Lê piştî ku lawê wê yê herî piçûk Kronos biryar da ku vê awatê bi cih bîne tîtanên din jî alî Kronos kirin. Bi şev dema ku Ouranos li qiraxên deryayê bi jina xwe Gaîa re raketibû xwedawenda heyvê Selênê ronahiya heyvê birriya û bi alîkariya Selênê û tarîtiyê Kronos bi dasa kevirîn a tûj bavê xwe Ouranos xadim kir. Ouranos bi janeke bêpayan qêriya, ji xwîna wî ya ku dilopî axê bû îfrîtên kirêt ên çençûs ên bi navê Dêw çê bûn, ji bedena wî ya ku di nav avê de bi kefê winda bû jî Aphrodite’a ku jê re dibêjin xwedawenda ku ji kefê afiriye, çê bû.
 
Piştî serhildanê Kronos li şûna bavê xwe bû xwedayê asîmanan. Lê ji ber ku mîna bavê xwe ji Dêwên Sedmil û Kuklopsan tirsiya, sonda xwe bi cih neanî û ew di tariya kûrahiya Tartaros de hiştin.
Rêz 29:
[[Wêne:Poseidon sculpture Copenhagen 2005.jpg|thumb|''Poseidon'']]
 
Piştî hêvîşkestinê Gaîa li benda fersendeka din ma ku zarokên xwe ji kûrahiya Tartaros derîne. Û bi kehanetekê got ku dawiya Kronos jî dê mîna ya bavê wî be.Lê Kronos bi baweriyeke mezin got ku “ ez dê qedera xwe biguherim”. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Kronos ji jina xwe Rea pirr hez dikir û piştî demeka kin keçeke nazenîn a bi navê [[Hestia]] ji dayik bû. Dema Rea ew nîşanî bavê wê Kronos da qedera Kronos di serê wî de bi vîzîn buhurî û bi tundiya van hestan keça xwe Hestia bi carekî daqurtand. Paşê çar zarokên din ji Rea re çê bûn. Tev zarok jî bi heman hestên tund ên Kronos hatine daqurtandin: [[Poseidon]], [[Hêra]], [[Dêmêtêr]], [[Hadês]].
 
Ji ber van bûyeran dilê Rea bi janan tijî dibû. Dema ku bi zarokê şeşemîn avis bû, çû çem diya xwe Gaîa û alîkarî jê xwest. Gaîa got ku dema zayînê hat biçe Girava [[Krît]] û li wir li Çiyayê Dîktîsê li şkefta veşartî xwe veşêre. Gaîa got ku,” ez dê bi periyan alîkariya te bikim ku dê zaroka te bi şîrê bizihnan xwedî bikin û dê dergûşa wî bi darekê ve daleqînin ku Kronos ne li asîmanan ne jî li behrê nabîne.” Gaîa got ku ji bo xapanina Kronos jî tenê ferşekî bi qasî zarokekî bes e.[[Wêne:Zeus Otricoli Pio-Clementino Inv257.jpg|thumb|''Zeus'']]Bi vî awayî Rea, piştî ku [[Zeus]] çê bû ew li şkeftê hişt û bi kevirekî çû cem Kronos. Dema Kronos kevir dît berî ku lê binihêre ew bi çarekî daqurtand. Herwiha got qey min qedera xwe cardin guhert. Lê guhertina qederê ewqasî ne asan bû. Sal buhurîn Zeusê zarok mezin bû, bû xwedayekî gihîştî. Bêyî ku haya Kronos jê hebe.
 
Rojeka ku Kronos tî bûbû, ji Rea vexwarinek xwest Rea jê re vexwarineke xweş anî. Dema ku piyaleya wî qediya yeke din jî xwest, lê vê carê ne Rea yekî biyanî –Zeus- piyaleya tijî jahra ku Gaîa dabûyê anî. Heya ku Kronos pê hesiya ku ew biyanî ye zû ve vexwarin qedandibû. Ji nişka ve Kronos di ûrê xwe de janeke bêpayan his kir, û kevirek vereşand. Paşê jî zarokên xwe yên din ku vêga tev mezin bûbûn vereşandin.
 
Li hemberê vê serhildanê Kronos got ku her kî bixwaze li şûna min desthilatdar be divê ku bi min re û herwiha bi Tîtanên din re jî şer bike, ji ber ku bêyî vê nabe. Lewre Zeus û xweh û brayên xwe bi Tîtanan re deh salan şer kirin. Lê ne ew ne jî Tîtan bi ser ketin. Di dawiyê de Gê’ya ku vexwarina jahrîn ji bo Kronos dabû Zeûs dîsa alî wan kir û qala Kuklops û Dêwên Sedmil ên di kûrahiya Tartaros de kir.