Cudahiya di navbera guhertoyên "Sefera xaçperestan a yekem" de

kurteya guhartinê tune ye
B
Artêşa Xaçperestan derbaza Anatoliyayê bû û di [[19'ê pûşperê]] [[1097]]an de siftê bajarê [[Nikaia]] (îroj [[Îznîk]]) ji [[selçuk]]an stand. Di [[1'ê tîrmehê]] de jî Selçuqên di serdariyê {{Girêdan|Kiliç Arslan I|tr|I. Kılıç Arslan|en|Kilij Arslan I}} de li nêzî [[Dorîlaion]] ([[Eskişehir]]ê) îroj bin xistin. Paş van serfiraziyan re Xaçperestan Anatoliya serbiser bi hêsanî derbaz kirin û gêhiştine Kurdîstanê. Wan di [[1098]]an de Edessaya (îroj [[Riha]]) dagir kir û li wir [[Dewletên Xaçperestan]] herî pêşinê bi navê {{Girêdan|Wîlayet Edessa|tr|Urfa Kontluğu|en|County of Edessa}} tê zanîn saz kirin. Xaçiya pê re bajarên dinên [[Mezopotamya]] û Kurdîstanê dagir kirin û berê xwe dane ser Antioxeia yê. Wan Enteqya pê rapêçaneka heft mehan re di pûşperê [[1098]]an de dest xwe xistin û niştiyên wir bi tunî kuştin. Wan li wir Dewleta Xaçperestanê yekî din {{Girêdan|Mîrîtiya Antioxeia|tr|Antakya Prensliği|en|Principality of Antioch}} saz kirin.
 
Ji pê Antioxeia re jî bi armancê dest xwe xistinê Qûdisê dewama meşînê xwe kirin. Ew bajara nêzî saleke ku ji [[1098]]an virve di destên [[Fatimî]]yan de bû. Di [[13'ê pûşperê]] sala 1099'an de Xristiyan bi artêşake nêzî 14.000 leşker de pêkdihatî dorpêç kirin. Ji ber ku sûrên bajaêr saxlem bûn û Fatimiyan bajar bi serfirazî diparastin ceribandinên pêşin Xaçpêrest bêserfiraz dibûn. Lê bi dirêjbûna rapêçanê re di dawiyê de, pê rapêçanê 5 heftan re wan Qûdis dest xwe xistin. Pê Xaçperestan Fatimî li Qûdisê bêhtir li derên din jî, bi tunî bin xistin re, {{Girêdan|Godefroy de Bouillon|fr||en}} xwe wek keyê {{Girêdan|Keyatiya Orşelîm|ar|مملكة بيت المقدس|en|Kingdom of Jerusalem}} û dewleta Xaçiyayê Orşelîmê da zanîn. Wan ji pê sefer xelas bû re di [[1109]]an dewletake dina bi navê {{Girêdan|Wîlayet Tripolisê|en|County of Tripoli}} (îroj [[Trablûs, Libnan]]) saz kirin.
 
==Dawî==
6506

guhartin