Amed Tîgrîs: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 5:
Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan [[TÖB-DER]]'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala [[1980]]'î de derketiye derveyî welêt û li [[Stockholm]]ê bi cîh bûye. Ew ji 1984'an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û ramyarî de bi awayekî aktîv pêşî bi [[TKP]] û piştre jî bi [[DDKD]] re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Heta niha 37 pirtûkên wî hatine çap kirin. Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.
 
Tîgrîs di [[Med-TV|Med]] û [[Medya TV]] de bi navên "Rojbaş mamoste", "Dibistana kurdî", Êvarbaş (ji bo temenmezinan) û "Xwendegeha kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, edebiyatwêje û kulturêçandê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.
 
Di kovar û rojnameyên wek [[Berbang]], [[Armanc (kovar)|Armanc]], [[Hêviya Gel]], [[Kurdistan Press]], [[Avaşîn]], [[Welat]], [[Welatê me]], [[Azadiya Welat]], [[Hîwa]] û [[Bîrnebûnê]] de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye. Di sala 2005an de ji Stockholmê vegeriye Amedê û niha li navenda Amedê dijî.