Tosinê Reşîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 6:
Di sala 1941ê de, li [[gund]]ê Kûrekendê<ref>http://medlem.spray.se/shujin/antoloji.html</ref> a ku li ser [[navçe]]ya Êçmîadzînê li [[Ermenistan]]ê ji dayîk bûye. Rûniştvanên gund gişk [[kurd]]ên êzdî bûn.
 
Ew heta pola çaremîn li dibistana gund dixwîne, dû ra xwendina xwe li dibistana gundê cîran didomîne, ku gundê ermeniyan bû. Sala 1964an fakûlta fîzîk-matêmatîk ya Înstîtûta Yêrêvanê ya Pêdagogiyê temam dike. Sala 1975an ew têza xwe doktorayê dinivîse û dibe doktorê zanyariya kîmyayê. Salên dirêj li Zanîngeha Yêrêvanê û Înstîtûtên Akadêmiya Armêniya da karê zanyariyê dike û gelek gotarên zanyarî çap dike. Gotara wî ya yekemîn sala 1961ê li rojnama [[Riya Teze (rojname)|Riya Teze]] çap dibe. Ji salên 60emîn dest pê kirî gelek gotar, şiîr û çîrokên wî li rûpêlê rojnama Riya Teze û bi radyoya Yêrêvanê tên belav kirin. Dor 12 salan gelek gotarên wî bi navê Ênsîklopêdiya Kurdî di radyoyê de dihatin belav kirin. Ew gotar ser dîrok, edebiyat[[Wêjeya kurdî|wêje]] û çanda kurdî bûn. Di wan da pirsên kurdayetiyê, yên rojane jî cîhê xwe digirtin. Bin bandora şoreşa li Başûrê Kurdistanê, Tosinê Reşîd bi çend hevalên xwe va sala 1963an li Yêrêvanê komela kurdan ava dike. Wê demê ew yekemîn komela netewî bû li seranser Yekîtiya Sovyêtê.<ref>http://www.voanews.com/kurdi/news/Dr-Tosin-e-Reid-mevane-Bernama-Ferheng-u-Tore-Kurdi--106729894.html</ref> Dûwarojê, ji bo hişyarkirin û geşkirina hestên kurdayetiyê ew gelek caran diçe nav kurdên Gurcistanê, [[Qazaxistan]]ê, Qirqizistanê. Ji sala 1993an ve li Awistraliya dijî.
 
== Berhemên Tosinê Reşîd ==