Roja Cîhanî ya Jinan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 3:
'''Roja Cîhanî ya Jinan''' roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. Di sala 1857'an de [[Neteweyên Yekbûyî]] roja [[8'ê adarê]] weke ''Roja Cîhanî ya Jinên Kedkar'' pejirand.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên [[1970]]'î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên [[1800]]'î tê. Di 8 adara sala 1857'an de jinan li [[New York]]ê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike. Di sala 1903'an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908'an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909'an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910'an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911'an de li [[Almanya]], [[Awistralya]] û [[Danîmarka]]yê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku
== Roja Cîhanî ya Jinan li Kurdistanê ==
|