Şerefname: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
Min peyvên biyanî ku negerekin derxist ( mesela Unîversîte re bi Kurdî Zanîngeh an jî zanko tê gotin ) . Her wiha min navê bajara Îstanbûl kurdîkir û Stenbol nivîsand. Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 24:
Di dawiya cildê yekê de wiha hatiye nivîsîn: ''Ev di dawiya meha zilhicca sala 1005'ê ya piştî hicreta Pêxemberê mezin (S.A.W.) de bi destê nivîskarê hejar û musennifê feqîr ê muhtacê rehmeta Xwedê Şerefê kurê Şemsedînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji şemitandin û şaşiyan biparêze.'' (19: 1991, r. 15). Nusxe hemî ji 247 rûpelan pêk tê. Cildê yekê heta nîvê rupelê 155'ê ye û cildê duduyan jî ji vî rûpelî destpê dike. Cildê yekê li ser tarîxa kurdan, cildê duduyan li ser tarîxa paşayên osmanî û şahên Îran û Tûranê ye. Şeref Xan di navberekê de li nik [[siltan Mihemed Xanê]] kurê [[siltan Miradê Sisiyê]] maye û ev cildê duduyan li ser daxwaza wî nivîsiye. Cildê duduyê ji bûyerên 689'ê hicrî (1290) destpê dike hata digihîje bûyerekê ku di çaryeka dawîn a meha rebîulewwela sala 1005'ê hicrî (25'ê tişrîna yekê a 1596'an) bûye dewam dike.(19: 1991, r. 15-16).
Ew
Di nava vê nusxeya destnivîs de 20 tabloyên minyatûrî hatine resimkirin ku şazde ji wan dikevin nava cildê yekê û çar ji wan jî di cildê duduyê de bi cih bûne. Her tabloyek bi wî awayî di
Minyatûra yekê û ya duduyê di rûpelê 33'yê vê detnivîsê de ne û teswîra fermanrewatiya Hekariyê ne, yên sisê û çarê di rûpelê 39'ê de ne û li ser fermanrewatiya [[Behdînan]] in, yên pênc û şeşê di rûpelê 43'yê de ne û li ser fermanrewatiya [[Botan]] in, yên heft û heştê di rûpelê 56'ê de ne û li ser fermanrewatiya [[Heskîf]]ê ne, neh û deh di rûpela 66-ê de ne û li ser fermanrewatiya Egilê ne, yazde û duwazde di rûpelê 77-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hîzanê ne, sêzde di rûpelê 89-ê de ye û li ser fermanrewatiya Tercilê(Hezroyê) ye, ya çardeyan di rûpelê 132-yê de ye û ablûqekirina kela Bedlîsê ya ji alî Akkoyunluyan ve teswîr dike. Mînyatura panzdeyan di rûpelê 145-ê de ye û teswîra meclisa mîrê Bedlîsê dike, ya şanzdeyan jî di rûpelê 145-ê de ye û ew Şah Tahmasb li bajarê Xelatê nîşan dide. Mînyatura huvdeyan ku di rûpelê 158-ê de ye teswîra sultanekî osmanî yê kevn e, ya hijdeyan ku di rûpelê 173-yê de ye teswîra şerê Edirneyê ye, ya nozdeyan ku di rûpelê 191-ê de ye Sultan Muhammed Fatîh(Fatih Sultan Mehmet) teswîr dike û ya bîstê ku di rûpelê 208-ê de ye teswîra şerê Çaldiranê ye. (19: 1991, r. 25).
Rêz 34:
Qenaeta zanayan ew e ku Şeref Xanî piştî ku ji Îranê hatiye ser mîrîtiya Bedlîsê dest bi nivîsandina Şerefnameyê kiriye.
Çavkanî û malzemeyên Şerefnameyê ew
Mewzûiyet û bêalîtî, ew du şertên giring ên pêdiviyê serkeftina dîroknivîsiyê, di Şerefnameyê de diyar in. Wê wexta ku Şeref Xanî dest bi nivîsîna Şerefnameyê kiriye, têkiliyên wî li gel şehên Sefewiyan xerab û li gel sultanên osmaniyan lirê bûne. Gava ku hatiye ser kê ji wan, hewl daye ku çavê wî ji ser rastiya bûyeran neşemite. Di mesela nêrînên Şeh Tahmasb û Sultan Mûradî de yên li hemberî hev, wek yekê ji wan nekiriye, di şerê navbera wan de bêalî maye, heta ew bi xwe di bin hukmê osmaniyan de buye jî gava cih hatiye texsîr nekiriyre ku pesnê Şah Tahmasbî bide (3: 1983, r. 116).
Rêz 60:
Di pêşgotina xwe de Zernov destnîşan dike ku wî çapa xwe ya farisî li ber çar nusxeyên destnivîs amade kiriye. Ew, bi vî awayî agahdariyê li ser wan nusxeyên destnivîs dide.
1) Destnivîsa Pirtûkxaneya Qeyser li Peterburgê ku sala 1007-ê hicrî -piştî nivîsîna nusxeya pêşîn bi du salan-[salek û hîjde rojan M. C.] hatiye nivîsîn û xwediyê pirtûke; Şeref Xanî çav lê gerandiye. Lê gellek kêm û kurrî di vê destnivîsê de hene. (14: 1981, r. 88) Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku Şeref Xan bi xwe ev destnivîs redakte kiriye û bi destê xwe yê pîroz mora xwe lê xistiye. Ev, ji wan
2) Destnivîsa M–sy– Xanîkof. Ev zana û rojhilatnasê han sala 1854-ê li Îranê konsulê giştî yê Rûsyayê bû. Wî pêşiyê nusxeyek ji alî Dîlmekan-Salmasê- peyda kiriye, du destnivîsên din jî ji pirtûkxaneya Yehya Xanê xanê fermanrewayê Azerbaycanê wergirtine, ew dane ber hev û ya xwe li ber wan durust kiriye.
Rêz 74:
Zernov di pêşgotina xwe de destnîşan dike ku ji bilî van destnivîsan li Awrûpayê jî hin destnivîs hene û agahdariyên bi vî awayî li ser wan destnivîsan dide:
Ji bilî van destnivîsên li Rûsyayê sê destnivîs jî li Avusturyayê li nik Dr. Barbe hene, Sir John Malcolmî jî li Londonê nusxeyek heye ku niha li nik Komeleya Asyayê ya Keyanî ya Birîtanya û Îrlandayê ye. Li Parîsê jî nusxeyek heye. Li Muzeya Birtanyayê jî nusxeyeka Mr. Rich heye ku li Kurdistanê bi destê wî ketiye. Ew du tercumeyên bi tirkî jî li Muzexana Brîtanyayê ne.(14: 1981, r. 93) Destnivîsên din li kutubxaneyên Brîtanyayê û yên
== Xebatên li ser Şerefnameyê ==
Hacî Xelîfe (Katip çelebî) ji bo danîna pirtûka xwe ya bi navê cihannuma ji Şerefnameyê gellek fêde girtiye û navê wê jî di pirtûka xwe de li gellek ciyan anîye(14: 1981, r. 82, û 3: 1983, r.121) Her wiha Zeynelabidîn ku pirtûka Riyad el-Seyahe çêkiriye jî, di heqê kurdan de gellek tişt ji Şerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 82)
Şerefname du caran hatiye wergerandin ser zimanê tirkî. Yek ji wan ên ku ew wergerandine navê wî Samî bûye û wî, ev werger ji bo mîrekî kurdan ê bi navê Mistefa Beg kiriye1 (14: 1981, r. 82). Ev werger di salên 80-yê yên sedsala 17-yê de hatiye kirin û wergereke temam e. Wergera din berî vê ji bal Mehemed Begê Ahmed Begê Mîreza ve di sala 1078-ê hicrî(1667-68) bi kurtebirî hatiye kirin û heta niha du nusxeyên wê hatine dîtin(1: 1991, r.24 û 3: 1983: r. 121) Li Awrûpayê cara pêşîn Herbilo behsa Şerefnameyê kiriye û di du nivîsarên xwe de cih daye navê wê carekê bi navê Tarîxa Şeref Xan Bedlîsî carekê jî bi navê Tarîxa Kurdan.(14: 1981, r. 82)Wî navê pirtûkê ji cihannumaya Katîp çelebî bihîstiye û di sala 1776-ê di wê kitêba xwe ya fransizî de ya bi navê
Dîroknivîs Etienne Marc QuatremËre ê Faransiz di tarîxa xwe de ya bi navê Tarîxa Moxoliyên Îranê çend perçe ji Şerefnameyê wergirtine. Ev
Li bajarê [[Viyena]]yê, paytexta
Şerefnameyê zû bi zû bala rojhilatnasên rûsî jî kêşaye. X. D. Frahn zanayê pêşîn ê rûs e ku sala 1826-ê di yek ji wan rojnameyên Peterbûrgê de behsa navê Şerefnameyê wekî ''çavkaniyeka mêjûyî ya yekcar giring'' kiriye. Her wê salê M. Volkoviç bi dirêjî behsa Şerefnameyê kiriye. Piştî sê salan Frahn careka din di yek ji wan nivîsên xwe de hatiye ser behsa Şerefnameyê û dawe kiriye ku zûtirîn wext orîjînalê
Sala 1860-ê rojhilatnas û karbidestê Akademiya Zanyarî ya Rûsyayê F. Viljaminov Zernov(1830-1914) cildê yekê ê Şerefnameyê li Peterburgê da weşandin. Wî bi vê re pêşgotineka bîst rûpel a lêkolanê ya hêja bi zimanê fransizî jî pêşkêş kir bahsa xebatên li ser Şerefnameyê ên heta dewra wî, hin agahdariyên li ser nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê û qîmeta wê ya zanistî ya di dîroka gelên Rojhilata-navîn de dike. Zernov du salan piştî vê bi pêşgotineka heft rûpel cildê duduyê ê Şerefnameyê jî bi farisî da weşandin. (1: 1991, r. 23). Prof F. B. Charmoy, ku di wextê xwe de mezintirîn farisîzanê Awrûpayê dihat hesabkirin di navbera salên 1868 û 1875-ê de Şerefname wergerand ser zimanê fransizî û her du cildên wê jî bi vî zimanî li Peterburgê da weşandin. Bi saya vî zanayî Awrûpayî bi awayekî berfireh hay ji Şerefnameyê bûn. Ev karê han berhemê bêwestanê 30 salan bû. Wî wergera xwe ji ber çapa farisiya Zernov amade kiribû, lê ew dabû ber du nusxeyên destnivîs ên din jî.
Rêz 91:
Çapa fransizî ya Şerefnameyê çar cildên serbixwe bûn. Beşa yekê a cildê pêşîn di sala 1868-ê, beşa duduyê a cildê pêşîn di sala 1870-yê, beşa yekê a cildê duduyan di sala 1873-yê û beşa duduyê ya cildê duduyê di 1875-ê de hat weşandin(1: 1991, r. 25-26). Morli jî di fihrista Şerefnameyê de navên wan eşîr û mezinên ku şeş hatine nivîsîn li ber wan her du tercumeyên wê yên tirkî rast kiriye ku di Muzeya Britanyayê de ne.
Larssen di behsa kurdan de kurtegotarek li ser
== Rojhilatnasiya sovyetî û Şerefname ==
Hejmarek zêde ji rojhilatnasên Sovyetê, çi ji bo nivîsên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê, çi jî yên herêmên din ên Rojhilata-navîn be, gellek ji Şerefnameyê îstîfade kirine. Di salên 30-an de, ji rojhilatnas û kurdnas F. P. Rastopiçin hat xwestin ku ew Şerefnameyê wergerîne ser zimanê rûsî, lê gellek mixabin ku mirina bêwext musaeda cîbicîkirina vî karê zanistî yê pêwîst neda (1: 1991, r. 19-20). Di dawiya salên 50-yan de
Cildê duduyan ê Şerefnameyê ku Şerefxan navê Xatîme lêkiriye jî, ji bal Eugenia Vasilieva ve hatiye wergerandin ser zimanê rûsî û bi pêşgotinekê di sala 1976-ê de li Moskovayê hatiye weşandin.(3: 1983: r. 125)
çend mehan piştî vê, fermanberê zanistî yê
Dr. Mehmet Şemsî di doktoranameya xwe de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiyên Şeref Xan û rewşa jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê ya sedsala16-yê dike û li ser naveroka Şerefnameyê disekine. Ji bo zelalkirina van bahsên han hejmarek gellek zêde çavkaniyên wekî Nuzhetuíl-Qulûba Hamdullah Qezwînî û berhemên birrek dîroknivîsên hevçaxê Şeref Xan bikar tîne, her wekî berhema Qazî Ahmedê Xeffarî(1: 1991, r. 28 û 3: 1983, r. 125).
Rêz 107:
== Xebata kurdan li ser Şerefnameyê ==
[[Mele Mehmûdê Bazîdî]] kurdê herî pêşîn e ku Şerefname wergerandiye ser [[zimanê kurdî]]. Wî ev kar di sala 1858, an 1859-ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê [[Erzirom]]ê yekser ev werger şandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mela Mehmûdê Bazîdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li
Muhemmed Alî Awnî (1897- 11-ê temmûza 1952-yê li Qahîreyê) cara pêşîn di sala 1931-ê de çapa farisî ya cildê pêşîn ê Şerefnameyê daye weşandin. Wî ji bo vê çapê pêşgotin û jêrenotên hêja amade kirine. Ew cara pêşîn di sala 1922-yê de, di Pirtûkxana Medreseya Osmanî de nusxeya destnivîs a Şerefnameyê dibîne, cildê pêşîn ji ber dinivîse û li gel xwe dibe Misrê. Li wir bi Şêx Ferecullah Zekî Kurdî re li ser Şerefnameyê diaxive û dibîne ku nusxeyek ji çapa rûsî ya 1860-ê û nusxeyeka destnivîs a Sureyya Bedirxanî li nik wî hene û ew jî li ser vê eserê kar dike (14: 1981, r. 76). Pişt re Şêx Muhyeddîn Sebriyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyeddîn e ku destê rastê yê Cemal Abdulnasir bû) ji ber ku baş farisî dizanî û di
[[Muhammed Alî Awnî]], her du cildên Şerefnameyê kirine erebî û Yehya Xeşab ji her cildekê re pêşgotinek nivîsîye. Piştî mirina Muhammed Alî Awnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weşandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêşgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêşîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye.
Rêz 115:
Mela [[Cemîl Bendî Rojbeyanî]] (1912- ) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêşgotinek nivîsiye, li berhemên Husên Huznî Mukriyanî û Muhammed Emîn Zekî Beg û gellek pirtûkên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî şerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953-yê de li Bexdadê weşiyaye (14: 1981, r. 45 û 54).
Dîroknasê misrî Yehya Xeşab jî lêkolîneka dûr û dirêj li ser dîroka kevn û nû ya kurdan ji bo vê wergera Muhemmed Alî Awnî amade kiriye û ew di wê çapê de hatiye weşandin. Pişt re ev lêkolîn hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di Şerefnameya wergera Hejarî de jî wekî pêşgotinekê ciyê xwe girtiye. (14: 1981, r. 109) Her wiha di vê wergerê de nivîsareka lêkolînî ya li ser Şerefnameyê û kurdnasiya Sovyetî ji bal Dr. Kemal Mezher Ahmed ve hatiye amadekirin. Wê nivîsara nirxandin û lêkolînê ya Dr. Kemal Mezher Ahmed pişt re bi hin nivîsarên din re wekî berhevokekê di nava
[[Mehmed Emîn Bozarslan]] cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Alî Awn? kiriye tirkî û cara pêşîn tirkiya wê di sala 1971-ê de li ­stanbulê hatiye weşandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976-ê û ya sisiyan jî di 1990-ê de li Istanbulê hatiye weşandin(15: 1990, Istanbul)
Rêz 123:
[[Qanadê Kurdo]] jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê ''Kurdnasî'' weşandiye, behsa Şerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Q. Kurdo, bi taybetî bal kêşaye ser destnivîsên kevn ên Şerefnameyê (1: 1991, r. 30).
Ji kurdan yek jê jî yê ku bala xwe pirr daye ser Şerefnameyê Dr. Kemal Mazhar Ahmed e. Ew wek dîroknas bi awayekî ciddî li ser vê berhema hêja rawestiyaye, lêkolîn li ser kirine ew kesên ku li ser wê xebat kirine û bi taybetî rojhilatnas û kurdnasên sovyetî yên ku li ser Şerefnameyê rawestiyane raxistiye ber çavên xwendevanên kurd. Nivîsara wî ya pêşîn a di vî warî de ew e ku me li jorê binav kir ku wekî pêşgotin di Şerefnameya wergera Hejar de hat weşandin û cara duduyan ji di pirtûka wî de ya bi navê çend lapere le mêjûyî gelî kurd ciyê xwe girt. Ev pirtûk wekî me berê jî nivîsî cara duduyan bi kurmancî li Stockholmê hat weşandin. Dr. Kemal Mezher Ahmed di sala 1983-yê de
Mamoste Abdulreqîb Yûsuf nivîsareka lêkolînî li ser wan mînyaturên di nava nusxeya pêşîn a destnivîs de nivîsiye. Ew nusxe bi destxeta Mîr Şeref Xanî bi xwe hatiye danîn. Beşekî ji nivîsara Abulreqîb Yûsufî di hejmarên 116 û 117-yê Rewşenbîrî Nwê de di 1988-ê de li Iraqê hatiye weşandin. Pişt re tevlî beşê neweşandî Elî Şêr hemû wergerandiye ser kurmanciya bakur û ew li gel 20 mînyaturên rengîn di nava weşanên Jîna Nû de sala 1991-ê li Swêdê wekî
Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paşa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Şeref Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaşî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Şeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991).
|