Mazdek: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 3:
Di teşedana raman û felsefeya Mezopotamyayê û [[Rojhilata navîn]] de em li ser du fîlozofên kurd sekinîn yê yekemîn [[Manî]] bû, yê duyemîn jî Niha em dê li ser fîlozofê sêyemîn Mazdek rawestin.
 
Her sê fîlozofên medyayî li ser ramana cîhanê gelek bandordar bûne. Fîlozofên dû wan bi pirranî bandor ji wan girtine. Ji ber [[Zerdeşt]] û Manî li dû xwe berhemên nivîskî hiştibûn me bi hêsanî behsa felsefeya wan kir û di derbarê jiyana wan de jî agahiyên misoger em dikarin bidin dest xwendekarên xwe. Lewra serqisê kitêba Zerdeşt avesta heye û di wê kitêbêpirtûkê de zimanê Zerdeşt zimanê kalikên Kurdan avestayî ye. Zerdeşt bi wî zi Manî felsefeya xwe haniye ziman. Manî jî dîsa bi zimanê Kurdî yê kevnar şeş kitêbpirtûk nivîsîne (zimanê Manî bêtir nêzî Kurdiya nûjen e). Ji ber vê yekê meriv di di derbarê her du fîlozofan de dikare bi hêsanî bibe xwedîzanîn. Lê Mazdek ne wisa ye. Di warê jiyana wî de çavkanî gelek kêm in. Çavkaniyên ku hene jî behsa felsefeya wî dikin û ji bo nijada wî jî dibêjin îraniye. Jixwe ne ji bo wî tenê ji bo Zerdeşt û Manî jî wisa dibêjin pirraniya çavkaniyan. Lê dema hûn lêbikolin hûn dê bibînin ku her sê jî Kurd in. Niha em ê di vê nivîsê de qasî ku me lêkolaye û xwe gihandiyê, ji we re jiyan û felsefeya Mazdek bi kurtasî binivîsin.
 
[[Bîrûnî]] navê Mazdek weka “mazdak bin hemedadan” dide, û dibêje ji nasa ya hemedanê ye. Di gelek çavkaniyên din de jî Mazdek wisa tê danasîn. Navê bavê wî bandad e. Di dîroka Mezopotamyayê de bandora Mazdek gelek mezin e. Bandora ramana wî hê jî di nava Kurdan de heye. Wekmînak Mazdek hê jî li Kurdistana başûr di nava êla xoşnavan de weka ezîzekî tê zanîn. Mazdek navekî Kurdiye. Serqisê di Kurdiyê de navê xwedê yezdan, êzdan, ezdan, xweda ye. Dema hûn li rehên van peyvan binêrin hûn di bibînin ku ev peyv ji van peyvan pêktê:ez-da ango wî ez dame, xwe-da ango wî min bixwe daye, maz-da ango em dane, ango ezdan jî xwedan jî tê wê wateyê ku wî ez dame an em dane. -ek û -ik jî weka ku hûn dizanin di Kurdiyê de qertafa biçûk kirinê ye. Ango Mazdek tê wateya xwedayê biçûk. Dîroka ji dayîkbûna wî baş nayê zanîn di vê mijarê de her çavkaniyek dîrokekê dide. Lê di sedsala pêncan de jiyaye û di çar sed u nod u nehan de hatiye kuştin.