Tarîxa Japonê, welatê Japonê û têkiliya wê ya bi dinyayê re digire nav xwe. Ew bi dewrên xwe yên îzolasyonî, nîv-vekirî û berfirehkirinî hatiye wesifandin.

Bicihbûna însanên pêşîn yê li komgirava Japonê digihîje heta zemanên pêştarîxî. Dewra Jomonê, navê xwe ji dîzik û xilikên "bi girêkê nîşankirî" girtiye. Di hezarsala yekem yê Beriya Mîladê de piştî dewra Jomonê, Dewra Yayoiyê tê ku di vê dewrê de teknolojiyên nû ji parzemîna Asyayê hatiye anîn. Di vê dewrê de, belgeya pêşîn yê ku ji Japonê behs dike kitêba bi navê Hanshu (bi çînî 漢書, Kitêba Tarîxa Hanê) ye ku ev kitêb di sedsala pêşîn yê Piştî Mîladê di zemanên Xanedaniya Hanê de hatiye nivîsîn.

Di navbera sedsala çarem û sedsala nehem de, gelek mîrîtî û qraliyetên Japonê hêdî-hêdî di bin hikûmetek merkezî yê ku ji aliyê Împerator ve tê kontrolkirin de hatine yekkirin. Hakimiyeta vê xanedaniya împeratoriyê ya li Japonê hê jî berdewam e. Di sala 794an de, li Heian-kyō (di îro de bajara Kyoto) paytexta nû ya împeratoriyê hatiye înşakirin, ev paytexta nû wekî nîşana destpêka dewra Heianê bû ku ev dewr heta sala 1185an dewam kir. Dewra Heianê di çanda japonî yê klasîk de wekî serdema zêrîn tê qebûlkirin. Heyata dînî yê japonan ji vê demê û pê ve ji tevliheviya baweriyên Şîntoya xwecihî û Budîzmê pêk dihat.

Di sedsalên peyî de, qeweta împaratorî û dadgeha împeratorî hêdî hêdî kêm bû, ku pêşî derbasî komên mezin ên arîstokratên sivîl (mîrektî) - ya herî girîng Fujiwara - û piştre jî derbasî qebîleyên leşkerî û artêşên wan ên samurayî re bûn. Hoza Mînamotoyê li bin serdariya Minamoto no Yorimotoyê bi serkeftinê derket ji Herba Genpeiyê ya 1180–85an, hoza eskerî ya reqîb Tairayê mexlûb kirin. Piştî ku Yorimoto bû hakim, paytextê li Kamukurayê ava kir û inwana shōgun bi dest xist. Di salên 1974an û 1281an de şoguniya (shogunate) Kamakurayê li hemberî du êrîşên moxolan xwe ragirtibû, lêbelê di sala 1333an de ji aliyê heqwazeke reqîb ve hate jêxistin, di dewra Muromachiyê de. Di dewra Muromachiyê de mîrên herêmî yên xweyî-artêş yên wek daimyōs têne binavkirin, qewetên xwe zêde kirin, li hemberî shōgunê. Axirî, welatê Japonê derbasî dewra herba sivîl bû. Di seranserê taliya sedsala şazdehem de, welatê Japonê cardin hate yekkirin di bin serdariya mezinê wan daimyō Oda Nobunaga û peyrewê wî Toyotomi Hideyoshi de. Piştî mirina Hideyoshiyê di 1598an de, Tokugawa leyasu hate serê û ji aliyê Keyakser ve wek shōgun hate tayînkirin. Şoguniya Tokugawayê ku ji Edoyê (Tokyoya modern) dihate îdarekirin, pêşengiya dewreke mirefeh û aram kir ku wek dewra Edoyê (1600-1868) tê zanîn. Şoguniya Tokugawayê sîstemeke sinifê yê dijwar ferz kir li ser civaka japonan û temamiya îrtîbatên li gel dinyaya derveyî qut kir. Di bin îdareya Keyakser Kōkaku û Şahbanûya teqawid Go-Sakuramachi de, di dawiya sedsala 18em û di serê sedsala 19em de, şogunî dest bi windakirina qewetên yên berê kir.