Tîma Kurdî
Tîma Kurdî, Tima Kurdi (jdb. 1970) nivîskareke kurd û çalakvana mafên mirovan e. Ew li Şamê ji dayik bû û dema ku ew salmezineke ciwan bû, çûye Kanadayê û niha li Coquitlam, Kolombiyaya Brîtanî dimîne.[1] Kurdî nivîskara pirtûka The Boy on the Beach (Lawikê li ser peravê) ye ku derbara rewşên mirina biraziyên wê Xalib û Alan Kurdî û diya wan Rehanna de ye dema ewna ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyane.
Tîma Kurdî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1970 |
Esil | Kurd |
Pîşe | Nivîskar, çalakvan |
Rêxistin | The Kurdi Foundation (Weqfa Kurdî) |
Sedema navdarbûnê | Parastina mafên penaberan, nivîsandin |
Malbat | Alan Kurdî (birazî) |
Kariyera nivîskariyê | |
Zimanê nivîsinê | Inglîzî |
Mijar | Penaberî |
Berhemên navdar | |
The Boy on the Beach (2018) | |
biguhêre |
Jiyana berî û perwerde
biguhêreTîma Kurdî di sala 1970an de di malbateke kurd de li Şamê, Sûriyê ji dayîk bûye.[2][3] Di 22 saliya xwe de di sala 1992an de koçî Kanadayê kir.[1][4]
Dema salmeziniyê
biguhêreKurdî damezrênera The Kurdi Foundation (Weqfa Kurdî) ye, ku ji bo ku kanadî hewcedariyên penaberan bihesibînin kar dike.[5][6] Di sala 2018an de, ew çalak bû ji bo ku Kanada bêtir penaberan hilde.[7] Bîranîna wê ya bi sernavê The Boy on the Beach derbarê hewldanên malbata wê ji bo reva ji şerê navxweyî yê Sûriyê di û rewşên ku di sala 2015an de bûne sedema mirina Alan û Xalib Kurdî (neviyên wê) û Rehanna (xwarziya wê) de ye.[7][8][9] Di sala 2019an de wê xemgîniya xwe anî ziman ku fîlmekî li ser mirina Alan bêyî destûra malbata Kurdî ji aliyê derhêner Omer Sarikaya ve hatiye çêkirin.[10]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b "14 books to read on World Refugee Day" (bi îngilîzî). CBC. 19 hezîran 2020. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Khan, Adnan R. (1 îlon 2017). "Two years after Alan Kurdi's death, little has changed". Macleans.ca (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Kurdî, Tima. "The boy on the beach : my family's escape from Syria and our hope for a new home - City Libraries, City of Gold Coast". link.goldcoast.qld.gov.au (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 kanûna pêşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Kurdî, Tima (13 nîsan 2018). "Opinion: The crossing: Tima Kurdi on her family's voyage through tragedy and hope". The Globe and Mail (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
- ^ French, Cameron (15 adar 2021). "As war drags on, aunt of drowned Syrian toddler Alan Kurdi focuses on plight of refugees". CTVNews. Roja gihiştinê 5 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Daflos, Penny (2 îlon 2020). "Alan Kurdi's aunt marks grim anniversary of boy's death as refugee crisis continues". British Columbia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
- ^ a b Wright, Teresa (29 nîsan 2018). "Tima Kurdi wants Canada to take more refugees, hopes new book spotlights crisis". British Columbia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
- ^ Patrick, Ryan B. (7 gulan 2018). "How Tima Kurdi is honouring the memory of her nephew with her book, The Boy on the Beach" (bi îngilîzî). CBC. Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "Tima Kurdi" (bi îngilîzî). CBC. 12 kanûna pêşîn 2018.
- ^ Larsen, Karin. "Family distraught over unauthorized movie about 'boy on the beach' Alan Kurdi". CBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 kanûna pêşîn 2022.
Ev gotara ji bo nivîskareke kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |