Suryaniyên Îraqê yan Suryanî li Iraqê (zimanê suryanî: ܐܬܘܪܝܐ ܕܥܝܪܩ, bi erebî: الآشوريون في العراق‎) yek ji kêmatiyên etnîk ên Iraqê ye.

Suryaniyên Îraqê
Suryanî
Gelhe tevahî
150,000[1] - 200,000[2] (2020)

300,000 - 400,000[3][4]

800,000 - 1,500,000[5][6][7]
Ziman
AşûrîKurdîErebî
Baweriya dînî
Mesihî

Gelî biguhêre

Çaxê ku mesîhîtî li Rojhilatanavîn belav bû gelên Mezopotamyaya jorîn yên Aramî ev ol zû pejirandin. Bi vê re gelên ku mesîhîtî pejirandin di nav hev de çêtir heliyan û bûn yek lê yên ku mesîhîtî ne pejirandin li derveyî vê yekîtiyê man. Bandora mesîhîtiyê herwiha jiyan da çanda herêmî . Êdî mîrasa kevnar û dewlemend ya Mezopotamyayê dîsa xwedî ji xwe re dîtin û gavên mezin avêtin.

Navenda dêra Suryanî li bajarê Riha bû. Ji vir tevgera misyonê ya mezin destpêkir û mesîhîtî di nav piraniya Aramî de belav kir. Lê gelên ne samî yên Mezopotamya jorîn mesîhîtî ne pejirandin . Di vê navberê de Bîzans hêza herêmê ya mezin bû lê navbera wê û dêra Suryanî hedî hêdî vedibû. Ev yek bi cihe bûna dêra Bîzans û dêra Suryanî bi encam bû (sedsala 5an û 6an a piştî zayînê).

Jimara rûniştvanên suryanî li Îraqê biguhêre

Di raporeke sala 1950i de hejmarên CIA-yê ya ku li ser Îraqê hatî kirin, ew dibûne 98.000 keldanî û 30.000 nestorî û 25.000 katolîkên suryanî û 12.000 jakobî hate texmînkirin.[8]

Li gorî statîstîkên ku Dêra Katolîk a Roman berhev kir dema ku serjimêriya katolîk a keldanî ya li Îraqê di 2012 û 2013an de hatiye kirin, keldo-aşûrî li Îraqê 230.071 kes bûn.[9]

Projeyek nifûsê ya ku ji hêla Weqfa Shlama ve tê meşandin diyar kir ye ku nifûsa suryanî ya toraqê bi tevahî 151.047 kes in (ji Adara 2020) ve.[10]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "The Shlama Population Project". Shlama. Roja gihiştinê 13 hezîran 2019.
  2. ^ "Erasing the Legacy of Khabour: Destruction of Assyrian Cultural Heritage in the Khabour Region of Syria" (PDF). Assyrian Policy Institute.
  3. ^ "The desperate plight of Iraq's Assyrians and other minorities | Mardean Isaac". 24 kanûna pêşîn 2011.
  4. ^ Walter Russell Mead (15 gulan 2015). "The Plight of the Middle East's Christians". The Wall Street Journal.
  5. ^ "Assyria: Growing Number of Diaspora Reconnecting with Homeland". Unrepresented Nations and Peoples Organization. 28 gulan 2019.
  6. ^ Lewis, Jonathan Eric (hezîran 2003). "Iraqi Assyrians: Barometer of Pluralism". Middle East Quarterly.
  7. ^ "The desperate plight of Iraq's Assyrians and other minorities | Mardean Isaac". 2011.
  8. ^ "National Intelligence Survey: Iraq: Section 43" (PDF). CIA. Ji orîjînalê (PDF) di 10 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2020.
  9. ^ http://www.catholic-hierarchy.org/rite/dch2.html
  10. ^ "Population Project". Shlama Foundation. Roja gihiştinê 18 hezîran 2019.

Girêdanên derve biguhêre