Suîqesta kurdan a li Parîsê

Suîqesta kurdan a li Parîsê, di roja 9´ê çileya 2013'an de pêk hat. Di suiqestê de, sê siyasetmedarên kurd bi navê Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Söylemez tê de hatina kuştin.

Suîqesta kurdan a li Parîsê li ser nexşeya Parîs nîşan dide
Suîqesta kurdan a li Parîsê
Centre d'information du Kurdistan (147 rue Lafayette, Parîs)

Suîqest, di dema ku di çapamenî û rojevê de behsa "hevdîtinên" ku li Îmraliyê di serokê kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de pêk hat[çavkanî hewce ye]. Suîqest, di dema ku hat şîrovekirin, weke "suîqesteke ku bi armanca sabotekirina hevdîtinan" jî hat şîrovekirin[çavkanî hewce ye]. Lê weke nîşaneke konsepteke nû ya ku dewleta tirk ku bi piştgirîya NATO û welatên endamên wê ku pêşxistiya jî hat şîrovekirin. Piştî komkujiya Robozkê, balyozê Amerîkayê Francis Ricciardon[1]gotibû ku "me modela Bin Ladin" pêşnîyarî Tirkiyeyê kiriye."" Bi vî rengî, weke nîşaneke konsepteka nû ku Amerîka weke ku di operasyonên din de îstibahatê dide Tirkiyeyê ku di wê de jî daye Tirkiyeyê jî hat şîrovekirin.

Gelê kurd, piştî ku suîqest hat bihîstin li her qadê derket qadan û suîqest bi awayekî pirr mazin lenet û şermezar kir. Serokwezirê Fransayê François Hollande jî li ser suîqestê axift û got "bûyereke hişmet e" û "kujtinên hov in"[2]. Hollande bixwe jî, gotibû ku ku qastî Fîdan Dogan dikir, got ku "min jî ew nas dikir. Pirr caran me bi hev re hevdîtin kirîya."

Di roj 12´ê çileya 2013´an de, li Gare de l’Est, li hev civiyan bi hev re ketine meşê de. Herî kêm ku ne bin sad hezarî re bû[3], kurd li Parîsê lev civiyan. Siyesetmedar, rewşenbîr û gelek keseyetiyên kurd û fransayî û ji gelek miletên din li qadê bo piştgiriya ji kurdan re amade bûn. Suîqest, bi girseyî hat şermazar kirin.

Çavkanî biguhêre