Spordan an jî çêkirina spor (bi înglîzî: spore formation) corek ji pirbûna nezayendî ya hin riwek, karok, kevz û bakteriyan e.

Spordan an jî çêkirina spor ,corek ji pirbûna nezayendî ye.
Di çerxa jiyana hin zîndeweran de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî nifşên bidor (guhertina nifşan) (bi înglîzî: alternation of generation) tê navkirin

Di zimanê latînê de peyva “spora” ji bo tov tê bikaranîn, di zimanê yewnanî de peyva “spore” bo çandina tov tê bikaranîn[1].Spor xaneyek taybet a pirbûnê ye, beyî ko bi xaneyek din ve yek bibe, dikare bi tena serê xwe bibe zîndewerek nû. Spor pêkhateyek taybet e ji bo pirbûna nezayedî, hêk û sperm jî xaneyên taybet in bo pirbûna zayendî. Spor jî mîna hêkan haploîd in lê ji xaneyên sperm û hêk cûda ne, bi gelemperî hêk bi spermê ve yek dibe, ango pîtandin rû dide, paşê ji hêka pîtandî zîndewerek nû çêdibe. Her wisa şêwe û pêkhateya spor jî ji hêkê gellek cûda ye, spor bi çînek zexm dapoşrav e û di nav kîsîkê spor de (sporangium) tên çêkirin, bi qelîşa kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.

Spor xaneyên haploîdî ne loma ji sporan zindeweren haploîdî peyda dibe, lê hin caran spor bi sporek din ve yek dibe û zîndewerek dîploîdî peyda dibe[2].

Hin corên riwekan, karokan, kevz û bakteriyan dikarin spor çêbikin[3].

Pirbûna riwekan bi spordanê

biguhêre
 
Di çerxa jiyana serxesê de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin.

Gelemperiya riwekan tovdar in, bi pirbûna zayendî pir dibin, lê riwekên bêtov jî hene, serxes (bi înglîzî: fern) û hezaz (bi înglîzî: moss) mînak in bo riwekên sporçêker.

Di riwekan de, spor bi gelemperî haploid û tekxaneyî ne û ji hêla miyozê ve di kîsikê spor a sporçêkerê (bi înglîzî: sporophyte) de tên çêkirin. Sporçêker (sporafît) dîploîd e. Bi dabeşbûna miyozî ji sporçêkerê sporên haploîd tên çêkirin, spor belavê hawirdorê dibe, di bin şert û mercên guncav de xaneya spor dest bi dabeşîna mîtozî dike û dibe zîndewerek nû. Ev zîndewera nû wekî gametçêker (gametofît) (bi înglîzî: gametophyte) tê navkirin. Gametofît haploîd e û firexaneyî ye, ji wê jî di dawiyê de bi dabeşbûna mîtozê gamet çêdibin. Du gamet bi hevûdu ve yekdibin û zîgotek çêdibe ko diperise bo sporofîtek nû ya dîploîdî. Di çerxa jiyana hin riwekan, karokan û kevzan de pirbûna zayendî û ya nezayendî li dû hev rû didin Ev çerxa pirbûnê wekî nifşên bidor (guhertina nifşan) (bi înglîzî: alternation of generation) tê navkirin[4].

Di riwekên sporçêker (spordan) de tov û kûlîlk tune, kîsikên sporê heye. Wekî mînak rûyê binî ya pelên serxesê bi koma kîsikên sporan (sorus) dapoşrav e. Di nav her kîsikek de komeleya sporan heye, bi qelîşîna kîsikê, spor belavê hawirdorê dibin.

spor pir biçûk û sivik in, bi bayê belavê hawîrdorê dibin.

Spordana karokan

biguhêre

Gelemperiya karokan bi sporan pir dibin. Sporên karokan bi dabeşbûna miyozî an jî ya mîtozî tên çêkirin. Xaneya spor pir biçûk û sivik e, spor bi bayê belavê hawirdorê dibin. Gava rastê jîngehek guncav tên, ango germahî, av û xureka hawirdorê guncav be, spora karokê bi dabeşbûna mîtozî xaneyên xwe zêde dike mîselyumek (bi înglîzî: mycelium ) nû çêdike[5]. Wekî mînak, kufika nan corek ji karokan e, sporên kufika nan bi bayê li herderê malê de belav dibin, gava rastê nan tên, heke bi têra xwe şê (nem) û germahî jî hebe, spor li ser nan dest bi dabeşbûnê dike û dibe kufika nan[6].

 
Kufikgirtina nan ji ber sporên karoka kufika nane.

Çêbûna spor di bakteriyan de

biguhêre

Hin bakterî jî spor çêdikin lê ev spor ne ji bo pirbûna bakteriyan e û wekî endospor tê navkirin. Gava rewşa hawîrdora bakterî ber bi xerabiyê ve diçe, ango germahî, av, xurek, pH û hwd a hawîrdorê ji bo jiyana bakterî ne guncav be, bakterî kromozoma xwe duhende dike, kopyaya kromozoma xwe û hinek sîtoplazmayê bi dîwarek zexm dipêçîne bi vî awayê endosporek çêdike. Rêjeya ava endosporê tê kêmkirin, loma çalakiyên xaneya endospore radiweste û endospor dikeve rewşa xewê. Paşê xaneya resen a bakterî hildiweşe û endospor belavê hawîrdorê dibe. Endospor pêkhateyên pir zexm in, dikarin bi sedan sal di xewê de bimînin, gava jîngeh guncav dibe endospor diguhere bo xaneya asayî ya bakterî. Bi çêkirina spor hêjmara bakterî zêde nabe lê bakterî bi çêkirina endosporê, ji qelînê difilite. Piraniya endosporan dikarin heta germahiya 121oC yê bijîn[4].

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ “Spore.” Merriam-Webster.com Dictionary, Merriam-Webster,</. Accessed 5 Sep. 2021.
  2. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  3. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "Spore". Encyclopedia Britannica, 7 Feb. 2019, [1]. Accessed 30 August 2021.
  4. ^ a b Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).