Sphere

avahiyeke şahiyê li Las Vegasê

Sphere yan jî Sphere at the Venetian Resort avahiyeke şahî û muzîkê ya li Paradise a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye ku li rojhilatê Las Vegas Stripê hatiye avakirin. Avahî ji aliyê fîrmaya avahîsazan[ferhengok 1] Populous ve hatiye sêwirandin ku proje ji aliyê pargîdaniya[ferhengok 2] Madison Square Garden ve di sala 2018an de hatiye ragihandin ku di wî demê wekê MSG Sphere hatiye binavkirin. Li odîtoryuma bi 18.666 kursiyan bi vîdeo û dengê ku bi dîmendera LEDê ya bi dîtina 16K yê derdora navîn a hindurê avahiyê û derveyê avahiyê dorpêç kiriye bi dengweşên[ferhengok 3] bi teknolojiya ku pêlên dengan çêdike û bi efektên 4Dyê li Sphere pêşandan têne lidarxistin. Derveyê avahiyê bi ekraneke mezin a LEDê derdorê avahiyê dorpêç dike ku mezinahiya giştî ya vê ekranê 54.000 m² ye. Sphere bi bilindahiyeke 112 mêtre bilind e bi berfirehiyeke 157 mêtre berfireh e. Lêçûna arenayê gihîştiye 2,3 milyar dolarên amerîkî ku bi vê yekê Sphere bûye cihê şahiyê ya herî biha yê ku li Las Vegasê hatiye avakirin.

Sphere
  • Mekana muzîkê
  • avahiya mîmarî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Sphere
36°07′16″Bk 115°09′43″Ra / 36.1212°Bk 115.16207°Ra / 36.1212; -115.16207
DewletDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Clark County Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 2018 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê çîrokê
  • Paradise Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Adres255 Sands Ave, Las Vegas, NV 89169 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nimreya telefonê
  • +1-725-258-0001 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.thespherevegas.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dîmenek ji Sphere di 26ê kanûna paşîn a sala 2024an de
Konsereke U2 li hindurê Sphere di 11ê çiriya pêşîn a 2023an de.

Sphere di 29ê îlona sala 2023an de bi konsera koma rockê ya îrlendî U2 û bi pêşandaneke 40-pêşandanî hatiye vekirin.

Dîrok biguhêre

Paşperdeh biguhêre

Projeya ku di wê demê wekê MSG Sphere dihat zanîn di sibata sala 2018an de hatiye ragihandin.[1][2] Proje di destpêkê de bi hevkariyek di navbera pargîdaniyên Madison Square Garden (MSG) û Las Vegas Sands Corporation de bû.[3] Sphere tenê li derdora Las Vegas Strip û li rojhilatê bajaroka geştiyarî ya Venetian e ku ev bajaroka geştiyarî ji aliyê Las Vegas Sands ve di sala 1999an de hatiye vekirin.[4] Pargîdaniya Las Vegas Sands ji bo projeyê qadeke 18 hektar erd amade dike. Apollo Global Management li cihê hevkarê berê ya Las Vegas Sandsê di sala 2022an de Venetian kirî û dibe hevkarê nû yê MSG li ser projeya Sphere.[5] Wekî beşek ji firotanê axa li binê Resort û Sphere ya Venetian ji aliyê Vici Properties ve tê kirîn.[6]

Projeya bi awayê kadê (Sphere) ji hêla Populous ve hatiye sêwirandin ku di hindurê avahiyê de dîmendera LEDê heye ku avahiya herî mezin a cîhanê ya bi vê taybetiyê ye. MSG di destpêkê de lêçûna projeyê 1,2 milyar dolar texmîn kiribû. Di sibata sala 2020an de pargîdaniyê diyar kiriye ku lêçûn di encama guheztinên sêwiranê yên ku ji bo baştirîn kirina cihê bîneran gihîştiye 1,66 milyar dolarên amerîkî.[7] Lêçûn her ku diçe zêde dibe di dawiyê de ji ber krîza zincîra peydakirina gerdûnî ya salên 2021-2023 û ji ber zêdebûna enflasyonê ya di salên 2021-2022an de ji 2 milyar dolarên amerîkî derbas dibe.[8][9] Sphere di dîroka Las Vegasê de cihê şahiyê yê herî biha ye ku lêçûna Sphere ji Stadyûma Allegiantê ku bi bihayê 1,9 milyar dolarên amerîkî hatibû avakirin derbas bûye.[10]

Avahî biguhêre

 
Wêneyek di sala 2022an de di dema çêkirina derveyê Sphere.

Di 27ê îlona sala 2018an de bi merasîmek avêtina bingeha avakirina Sphere hatiye destpêkirin û nêzî 300 kes beşdarê merasîmê bûne ku di nav wan de karsazê amerîkî Sheldon Adelson ku damezrînerê Las Vegas Sandsê ye û parêzgarê Nevada Brian Sandoval hebû.[11] Di mijdara sala 2018an de hatiye ragihandin ku MSG Sphere ku digel bar ên nû, suîtên taybet, muzexaneyek û cihê firotanê têne çêkirin.[12] AECOM ku pargîdaniyeke binavkirin û şêwirmendiyê ya amerîkî ye di sibata sala 2019an de bi peymanek pêşîn, li ser sêwirandina avahiya Sphere dest bi xebatan dike.[13] Heman pargîdanî AECOM li ser gelek stadyûmên din xebitibû ku di nav de T-Mobile Arenaya li Las Vegasê heye.[14] Kolandina bingeha avakirina Sphere di adara sala 2019an de hatiye destpêkirin.[15] Di projeyê de 400 karkerên avahiyê hebûn. Dihate payîn ku ev hejmar di dawiyê de bigihêje lûtkeya 1.500 karkeran.[16] Çêkirina jêrzemîna Sphere di tîrmeha sala 2019an de dest pê dike.[17]

Heya cotmeha sala 2019an karkerên avahiyê jêrzemîna bi berfirehiya 7.400 m² yê û her wiha qata yekem a qada jêrzemînê qedandin.[18] Qada jêrzemînê hatiye payîn ku ji bo qada giştî ya çalakiya mirovan were bikar anîn.[19] Kolandina ji bo avakirina jêrzemînê bi qasî 6.4 mêtre kûr erd hatiye kolandin.[20] Di meha kanûna pêşîn a sala 2019an de bi temamkirina qata çaremîn a ji heşt qatên jorîn bilindahiya avahiyê gihîştiye 20 mêtreyan.[21]

Di meha sibata sala 2020an de çaremîn vînça[ferhengok 4] herî mezin a cîhanê Demag CC-8800, li aliyê bakurê rojhilatê avahiyê ji bo rakirina materyalên avakirina giran hate sazkirin. Vînç dikare heta bilindahiya 180 mêtre li ser lingan bisekine. Di rewşek jihevdekirî de vînç bi rêya Okyanûsa Atlantîkê ji Zeebruggea Belçîkayê berbi Port Hueneme a Kalîforniyayê ve hatiye veguhestin. Piştre re bi 120 traktor-raylor vînçê ji Hueneme tînin Las Vegasê. Ji bo sazkirina vînca sereke bi pêvajoyek ku 18 rojan berxwe dide bi vînçek cuda cuda vînca sereke hatiye sazkirin.[22][23] Di meha adara sala 2020an de, avahî gihîşte xala herî fireh a avahiyê ku xala herî berfireha avahiyê gihîştiye 157 mêtreyê. Xala herî berfirehê avahiyê li qata şeşem a avahiyê ye ku 33 mêtre ji ser rûyê erdê bilind e.[24]

Dihate plankirin ku proje di sala 2021ê de vebe lêbelê MSG di 31ê adara sala 2020an de ragihandiye ku ji ber pandemiya COVID-19 çêkirina avahî were sekinandin.[25] Proje ji ber krîza zincîra dabînkirina ku di encama pandemiyê de derketibû hatiye sekinandin û ev yek jî destpêka pêşveçûna avakirina Sphere asteng kiribû. Hatibû payîn ku hemû xebatên avakirina projeyê di du hefteyên pêş de piştî ragihandinê rawestin.[26][27] Di tebaxa sala 2020an de MSG Entertainment radigihîne ku avakirina projeyê ji nû ve dest pê kiriye ku vekirina projeyê ji bo sala 2023an ji nû ve hatiye plansaz kirin. Di nav 15 mehên paşîn de avakirin dê pêşî girîngiyê bidin beşên betonê, piştre avakirina beşên polayan (steel) û piştre jî banê qubeya 13.000 ton ku beşa herî tevlihev a projeyê ye were avakirin.[28][29] Di cotmeha sala 2020an de karkeran hilanîna herî giran a heya wê gavê bi sazkirina du girên pola yên 240 ton qedandin.[30][31]

MSG di meha kanûna sala 2020an de wekê avakarê giştî dest bi xebatan kir û AECOM jî piştgirî ya xwe yê ji bo temam kirina projeyê berdewam kir.[32] Di meha sibata ala 2021ê de xeleka polayê ya bi giraniya 170 ton hate çêkirin ku hilgirtina herî giran a tevahiya projeyê destnîşan dikir. Ji ber mezinahiya xelekê diviyabû li cihê avahiyê bihata montaj kirin. Tîmên kar sê hefte xebitîn û perçeyên pola yên çêkirî bi hev ve montaj kirin û piştre re jî bi alîkariya vîncê xelek hate hilanîn.[33][34]

Avakirina banê avahiyê, eksosferê û hundirê avahiyê biguhêre

 
Di îlona sala 2022an de avakirina eksosferê.

Ji bo banê qubeyê avahiyê 3 hezar ton pola lazim bû.[35] Ban di meha adara sala 2021an de dest pê kir ku awayê xwe bigire. Ji bo avakirina banê ekîban dest bi sazkirina 32 qolonan kirin ku her yek giraniya wan digihîja 100 tonan.[36] Sazkirina qefesê di meha gulana sala 2021an de gihîşte xala navîn û pêdivî bû ku vînç berbi alîyê başûrê xanî were veguheztin ku qefesa mayî saz bike. Ji ber mezinahiya vîncê veguheztina vîncê du rojan berxwe dide.[37]

Kube di 18 hezîrana sala 2021an de hate bilindkirin û xebat li ser eksosfereke derveyî ya ku li dora qubeyê were çêkirin dihate meşandin.[38][39] Eksosfer ji panelên ronahiyê ya LEDan pêk hatine ku ji çend kîlometreyan dûr ve têne xuyakirin.[40] Xebatên li ser hundirê Sphere di meha tebaxa sala 2021ê de hatiye destpêkirin.[41]

Piştî qedandina çarçoweya polayê ya banê nêzîkî 6.000 metrekup betonan tebeqeyek ji betonê li ser banê avahiyê hatiye çêkirin. Bi vê yekê tebeqeyek betonê bi qalindahiya 250 mm bi û giraniya wê bi qasî 10.000 ton li ser banê avahiyê hatiye çêkirin.[42] Banê avahiyê di meha cotmeha sala 2021ê de hatiye xilaskirin.[43] Piştre jî karkeran bala xwe kişandin li ser çarçoweya hundurê pola ya 730 ton ku ekranên LEDê û pergala bihîsteweriyê piştgirî dike.[44] Xebatên li ser çarçoweya hundurîn di sala 2022an de jî berdewam kir.[43]

Çêkirina duyem a ji bo eksosferê di 24ê meha gulana sala 2022an de pêk hat.[45] Piştre jî ekranên LED ên hindur û derve hatin sazkirin.[45] LEDên avahiyê yekem car di 4ê tîrmeha sala 2023an de di dema pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê ya Dewletên Yekbûyî de yekem car hatin ronî kirin.[46] Sphere bi vê pêşandana dîtbarî ya xwe ya destpêkê li ser medyaya civakî bi awayekî bilez dibe vîral.[47]

Vekirin biguhêre

Xwediyê avahiyê Madison Square Garden Entertainment di meha nîsana sala 2023an de li du pargîdaniyan hate dabeşkirin û Pargîdaniya Sphere Entertainment dibe yek ji xweyiyê avahiyê.[48][49] Piştre avahî bi îngilîzî wekê Sphere ku tê wateya kadê hatiye binavkirin. Sphere di 29ê îlona sala 2023an de bi konsera koma rockê ya bi navê U2 ku komek muzîka rockê ya îrlendî ye bi performansa bi navê U2:UV Achtung Baby Live at Sphere hate vekirin.[50][51] Ev merasîm ji sala 2019an heya wê demê yekem konsera zindî ya vê koma muzikê bû.[52]

Taybetî biguhêre

 
Wêneyekê ji Sphere ku di dema şevê de hatiye kişandin.

Sphere bilindahiyeke 112 mêtre bilind e û xala herî fireh a Sphere bi berfirehiya 157 mêtre fireh e.[53] Sphere mezintirîn avahîya kadî ya cîhanê ye ku qada firehiya avahiyê digihîje 81.300 m² yê.[54][55][56] Avahî xwedî odîtoryumeke ku 18.600 kursiyan pêk tê û hemî kursî xwediyê gihîştina înterneta bilez e.[54] Teknolojiya pêhesiyî (teknolojiyeke ku kursî li gorî deng û dîtbarî yan bertek didin) di nav 10.000 kursiyên cîhê de cih digire. Avahî dikare 20.000 kes di kapasîteya li piyan de kom bike. Sphere xwedan neh astan e tevî jêrzemînê ku klûbek VIPyê lê ye. Li seranserên astên sêyem û pêncem avahiyê bi tevahî xwedî 23 suîtan e.[57]

Navxweyî ya Sphere bi ekraneke LEDê ya 16K ku derdora odîtoryumê digere mezinahiya giştî ya dîmenêndera[ferhengok 5] LEDê digihîje 15.000 m² (mêtreçargoşe) ye.[58][59] Dîmendera LEDê ya Sphere di cîhanê de dîmendera LEDê ya herî mezin û herî bilind e. Li derveyê avahiyê bi mezinahiya 54.000 m² dîmendera LEDê vedihewîne. Dimendera Sphere ya derve ku kadê dorpêç kiriye gelek caran ji bo reklaman tê bikaranîn. Hem dimenderên LEDê ya hindur û hem jî dîmenêndera derve ji aliyê SACO Technologies ku pargîdaniyek kanadayî ya ku li bajarê Montrealê ye ku pargîdaniyeke pisporê dîmenderên vîdyoyê û ronahiyê ya LEDê ye hatine çêkirin.[60]

Li Sphere pergalek bihîstwerî ya li ser bingeha modula X1ê Holoplot hatiye çêkirin ku bi efektên 3Dyê deng bela dike ku bi teknolojiyên çêkirina dengê tîrêjê û senteza qadên pêlan bikar tîne û her yek bi 96 ajokaran ve girêdayî ye.[61][62][63] Pergala dengê ji 1.600 dengweşên X1ê pêk hatine ku li pişt panelên LEDê hatine saz kirin û digel 300 modulên mobîl bi tevahî ji 167.000 ajokarên dengê pêk tên.[64][65][66] Pergala dengê di heman demê de dikare bi texteyên ku li erdê hatine raxistin jî dengê belav bike.[67] Bi taybetmendiyên 4Dyê bêhn û ba jî dikarin werin bikar anîn.

Hatiye payîn ku Sphere di despêkê de ji xeynî çalakiyê din ên şahiyan malavaniya pêşandanên xelat û konseran bike.[68] Her çiqas ji bo werzîşên wekî basketbol û hokeya qeşayê ne ji bo sêwirana qada kevneşopî hatibe çêkirin jî avahî dikare pêşwaziya bûyerên werzîşê yên wekî boks û hunerên şerî yên tevlihev û her wiha tûrnuwayên[ferhengok 6] e-sporê bike.[69]

Li der dora Sphere cihên 304 parkkirina wesayîtan hene. Li cihên nêzîk ên wekê Venetian, Palazzo û Venecia Expoyê jî geraj û cihên parkkirinê peyda dibin.[69] Herwiha plana pireke peyatiyê ya 300 mêtre dirêj Sphere bi cihê pêşangehê ve girê dide û planên avakirina rawestgeheke monorail a nû ya Las Vegasê hebûn ku di pêşerojê de wê biketa xizmeta Sphere û Venetianê[70][71], lêbelê ev plan di meha nîsana sala 2020an de ji ber bandora darayî ya pandemiyê hatin sekinandin.[72]

Wêne biguhêre

Ferhengok biguhêre

  1. ^ Mîmar
  2. ^ Şirket
  3. ^ Hoparlor
  4. ^ Makîneya rakirinê, silîng
  5. ^ Ekran
  6. ^ Pêşbirke

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Akers, Mick (9 sibat 2018). "Next Las Vegas arena a 360-foot-tall sphere". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  2. ^ "New performance venue near Las Vegas Strip to reshape skyline". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 9 sibat 2018. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  3. ^ Akers, Mick (19 tîrmeh 2018). "LV Sands commits $75 million to MSG Sphere arena project". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  4. ^ "MSG Sphere at The Venetian to cost $1.2B plus". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 21 tebax 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  5. ^ "MSG Sphere at The Venetian is getting a 'mohawk.' It's a big deal". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 sibat 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  6. ^ "At $2.17B, MSG Sphere passes Allegiant Stadium as the costliest Vegas entertainment venue". The Nevada Independent (bi îngilîzî). 19 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  7. ^ "MSG Sphere design upgrades boost total cost to $1.66B". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 7 sibat 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  8. ^ "MSG Sphere price tag climbs additional $157M to $2.18B". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 9 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  9. ^ Seeman, Matthew (10 çiriya paşîn 2022). "New details revealed for MSG Sphere construction, possible company spinoff". KSNV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  10. ^ "At $2.17B, MSG Sphere passes Allegiant Stadium as the costliest Vegas entertainment venue". The Nevada Independent (bi îngilîzî). 19 kanûna pêşîn 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  11. ^ "Work begins on 18,000-seat MSG Sphere at The Venetian". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 28 îlon 2018. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  12. ^ Akers, Mick (1 çiriya paşîn 2018). "MSG Sphere project calls for bars, museum, private suites, new Monorail stop". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  13. ^ "MSG Sphere venue in Las Vegas moving forward with contractor". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 3 hezîran 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  14. ^ "MSG Sphere venue in Las Vegas moving forward with contractor". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 3 hezîran 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  15. ^ "MSG Sphere excavation begins near Las Vegas Strip — VIDEO". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 13 adar 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  16. ^ "Sphere (venue)". Wikipedia (bi îngilîzî). 16 gulan 2024.
  17. ^ Sheckells, Melinda (24 tîrmeh 2019). "Las Vegas' MSG Sphere at The Venetian Will Be An 'Architectural Marvel': Photos". Billboard (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  18. ^ "MSG Sphere beginning to take shape in Las Vegas". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 14 çiriya pêşîn 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  19. ^ "Get a first look at MSG Sphere construction in Las Vegas". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  20. ^ "MSG Sphere venue in Las Vegas moving forward with contractor". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 3 hezîran 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  21. ^ "MSG Sphere construction in Las Vegas reaches 65-foot level". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 19 kanûna pêşîn 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  22. ^ "Massive crane arrives at MSG Sphere site for upcoming heavy lifts". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 26 sibat 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  23. ^ Seeman, Matthew (26 sibat 2020). "Massive 580-foot tall crane arrives at MSG Sphere site in Las Vegas". KSNV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  24. ^ "MSG Sphere project reaches new milestone". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 12 adar 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  25. ^ "Get a first look at MSG Sphere construction in Las Vegas". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  26. ^ "MSG Sphere construction halted; Las Vegas opening delayed by coronavirus". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 31 adar 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  27. ^ Horwath, Bryan (31 adar 2020). "Virus halting work on MSG Sphere project on Las Vegas Strip". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  28. ^ Horwath, Bryan (14 tebax 2020). "Work resumes at MSG Sphere site on Strip, company says - VEGAS INC". vegasinc.lasvegassun.com. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  29. ^ "Heavy lifts will mark MSG Sphere construction in next 15 months". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 20 tebax 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  30. ^ Seeman, Matthew (14 çiriya pêşîn 2020). "Crews finish heaviest lifts to date at MSG Sphere project near Las Vegas Strip". KSNV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  31. ^ "Heavy lift of steel beams completed at MSG Sphere site". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 14 çiriya pêşîn 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  32. ^ "AECOM Out as General Contractor on $1.6B MSG Sphere in Las Vegas | 2020-12-18 | Engineering News-Record". www.enr.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  33. ^ "Massive Crane Places 170-ton Compression Ring at $1.6B MSG Sphere Project in Vegas | 2021-02-25 | Engineering News-Record". www.enr.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  34. ^ "MSG Sphere crane lifts, installs ring weighing as much as 2 Boeing 757s". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 sibat 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  35. ^ "MSG Sphere taking shape: Details from our 90-minute hard hat tour — PHOTOS". KLAS (bi îngilîziya amerîkî). 17 hezîran 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  36. ^ "Watch MSG Sphere take shape as 100-ton roof trusses are installed". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 adar 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  37. ^ "See the latest progress as The MSG Sphere takes shape". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 5 gulan 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  38. ^ Wilcox, Kyle (17 hezîran 2021). "Behind the Scenes: Tour of the MSG Sphere". KSNV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  39. ^ Horwath, Bryan (17 hezîran 2021). "Construction milestone reached on MSG Sphere". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  40. ^ "Massive MSG Sphere frame in place, work continues". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 17 hezîran 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  41. ^ "Interior work set to begin on MSG Sphere". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 tebax 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  42. ^ "MSG Sphere work moves indoors for screen, sound system". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 4 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  43. ^ a b Staff, News 3 (4 çiriya paşîn 2021). "MSG Sphere in Las Vegas enters new phase of construction". KSNV (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  44. ^ "MSG Sphere high-tech interior screens are next for construction crews". KLAS (bi îngilîziya amerîkî). 4 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  45. ^ a b "Construction crews top off MSG Sphere entertainment venue". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 gulan 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  46. ^ Griggs, Brandon (5 tîrmeh 2023). "This futuristic concert venue in Las Vegas is a giant sphere with the world's biggest LED screen". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  47. ^ Brasch, Ben (11 tîrmeh 2023). "Here's the deal with the giant sphere causing a buzz in Las Vegas". Washington Post (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0190-8286. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  48. ^ "Madison Square Garden Entertainment splitting into two companies". Channel 13 Las Vegas News KTNV (bi îngilîzî). 3 nîsan 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  49. ^ Jones, Finn-Olaf (27 îlon 2023). "Las Vegas and Its Big, Big Ambitions". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  50. ^ "Hundreds of U2 fans didn't know the seats they were buying for Las Vegas residency had limited views". NBC News (bi îngilîzî). 17 gulan 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  51. ^ "U2 set to open Sphere in Las Vegas on September 29-30 - Las Vegas Weekly". lasvegasweekly.com. 24 nîsan 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  52. ^ Ruggieri, Melissa. "U2 to play first live shows in four years at MSG Sphere, but without Larry Mullen Jr". USA TODAY (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  53. ^ "Get a first look at MSG Sphere construction in Las Vegas". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 23 tîrmeh 2019. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  54. ^ a b "Sphere President: World's first 16K LED screen, 164K speakers, feel and smell await audiences". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  55. ^ "Sphere president sidesteps U2 questions, but promises 4-6 superstar acts". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  56. ^ MBJ, The (15 çiriya paşîn 2018). "The MSG Sphere: The Future of Live Concert Experiences – Music Business Journal". www.thembj.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  57. ^ "Construction crews top off MSG Sphere entertainment venue". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 gulan 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  58. ^ "Sphere developers expect LV entertainment 'to come back roaring'". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 14 tebax 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  59. ^ "Sphere President: World's first 16K LED screen, 164K speakers, feel and smell await audiences". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 kanûna paşîn 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  60. ^ Magazine, A. V. "World's largest LED screen makes 4 July debut". AV Magazine (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  61. ^ Eakin, Marah. "Inside U2's Boundary-Breaking Immersive Vegas Show". Wired (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 1059-1028. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  62. ^ "Holoplot X1 Matrix Array: The 200 Best Inventions of 2022". Time (bi îngilîzî). 10 çiriya paşîn 2022. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  63. ^ "'The things you can do in here, it's incredible': The first look at Sphere Immersive Sound". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 24 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  64. ^ Pennington2023-01-24T09:00:00+00:00, Adrian. "MSG Sphere: Not only in Vegas". IBC (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  65. ^ "Sphere Unveils State-of-the-Art Immersive Audio - Pollstar News" (bi îngilîziya amerîkî). 24 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  66. ^ Giardina, Carolyn (24 gulan 2022). "Inside Construction of the MSG Sphere, the $1.8B Las Vegas Venue". The Hollywood Reporter (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  67. ^ The B1M (25 tebax 2021), Las Vegas is Building the World’s Largest Sphere, roja gihiştinê 17 gulan 2024{{citation}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  68. ^ Akers, Mick (19 gulan 2018). "Planned sphere arena touted for unique audio and visual offerings - VEGAS INC". vegasinc.lasvegassun.com. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  69. ^ a b Akers, Mick (21 sibat 2018). "Planned sphere arena to use existing casino parking". Las Vegas Sun (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  70. ^ Review-Journal, Mick Akers Las Vegas (21 çiriya paşîn 2018). "Monorail station planned for MSG Sphere arena in Las Vegas | Business" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  71. ^ "MSG Sphere will have Las Vegas Monorail station". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 20 kanûna pêşîn 2018. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.
  72. ^ "Coronavirus puts halt to monorail stops at MSG Sphere, Mandalay Bay". Las Vegas Review-Journal (bi îngilîziya amerîkî). 28 nîsan 2020. Roja gihiştinê 17 gulan 2024.

Girêdanên derve biguhêre