Soryaz

xwarineke herêmî ya parêzgeha Şirnexê ye

Soryaz, gihasoryaz, suryaz xwarineke herêmî ya parêzgeha Şirnexê ye. Dibe ku gihasoryaz li herêmên din bi navên din bên binavkirin.

Cemşîd Bender, ev xwarin bi navê suryaz tomar kiriye û di wergerên zimanê romî (tirkî) de herwiha suryaz tê bikaranîn.

Çiye gihasoryaz, soryaz an suryaz? biguhêre

Soryaz wekî peyv di wateya melezî, durehî, gibrîdî, zirbûniyê de ye. Bo mînak heger bavê yekê ne kivşe be jê re zirbav dibêjin. Dibe ku ev giya jî dişibe gihayekê din, lewra jî wekî soryaz/gihasoryaz/suryaz hatiye binavkirin. Ango giyayê melez.

Berkelî (melzemeyê xwarinê) biguhêre

  • Bi qasî hûn dixwazin gihasoryaz
  • Girar (savar, bulxur)
  • Rûnê malê
  • Xwê (solin)

Çêkirin biguhêre

Soryazê bikelînin, bixaşînin. Bidarivînin û biguvêşînin. Di rûnbirêşkeke kûr an quşxaneyê de rûn bihelînin, soryaz û savarê hinekê biqelînin. Avê berdin ser, xwê pê werbikin û bidin ser. Kel bidawî bû, demekê derxûnê (devanga, kalpaxa quşxaneyê) venekin, bila tehma xwe bigire.