Serhildana Şemzînanê
Serhildana Şemzînanê di navbera 25 xizîran 1925-xizîran 1926 de rûda.
Piştî têkcûna Serhildana Şêx Seîd Efendî, Seyîd Ebdulqadir hate bidarve kirin. Kurê wî Seyîd Ebdullah li herêma Hekariyê û Şemzînanê bi alîkariya Îhsan Nûrî Paşa û Seyîd Tahayê Geylanî dest bi xebatên serhildanê kir. 25 xizîrana 1925ê 6 efserên artêşa Tirkiyeyê ji aliyê çekdarên Seyîd Ebdullah ve hatin kuştin. Bi rêberiya Seyîd Ebdullah û 600 çekdarên eşîra gerdiyan êrîş bir ser Şemzînanê. Artêşa Tirkiyeyê bi alikariya Casim Beg û serokeşîrê dostkiyan Tahir Beg, êrîş bir ser serhildêran. Di encamê de di xizîrana 1926ê de serhildan hate vemirandin.
Mijarên têkildar
biguhêreÇavkanî
biguhêreEv rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (gulan 2021) |