Rêx an jî rîx, navê gûyê çêlek û gayan e. Navê rêxa hişkkirî ku mirov ji bo şewitandinê bikartîne jî sergîn an sergo ye . Herwiha, li hinek herêmên Kurdistanê ji sergîn re tepik an jî kerme, [[tapîn], kemre tê gotin.

Rêxa çêlek û gayan (ku zewa dibe meriv ji bo şewitandinê bikartîne û jê re dibêje sergîn
 
Kêzikê sergînê

Çapa rêxeke tîpîk digihêje 30 santîman û giranbûna wê ya bi halê şilî nêzî 2 kîloyan e. Çêlekek rojê ji heştan heta dehan rêxan pê tîne. Dema ku hewa şil e rêx heta 10 mehan ji hev dikeve û dibe warê gelek behokan. Erdê ku rêx ser dikeve û li wir dimîne tê gurekirin, lewmane di derdora rêxê de axû gelek bi bereket dibe.

Ji hev ketina xwezayî

biguhêre

Piştî rêx dikeve erdê gelek kêzik, kurmik û mêş têne ser da ku hekên xwe tê de bi cih bikin. Pirgên wan di sergînê de gelek zû mezin dibin. Hinek mêş tên neçirê û kurmên ku di sergînê de dijîn dixwin.

 
Li Rihayê li ser dîwara baxcê malekî sergîn tê hiskkirin (sal 2006)

Dema ku hewa zuwa be rêx jî hişk dibe û dibe sergîn. Meriv sergînê dikare di rojên zivistanê de, ji boy germkirina malan, di sobeyan bişewitîne.

 
Loda Sergînan

Sergînvan, sergînvanî û sergo

biguhêre

Ji kesên ku li der û doran ji çol û çepelan sergînan berhevdikin re sergînvan, ji vî karî re jî sergînvanî dihê gotin.

Sergo jî, navê ciyê avêtina rêxê ye. Rêx li wir hişk, zuwa dibe û dibe sergîn. Çile çûkên biyan dihên xwe li ser sergoyan datînin, lewra gelekê mirovan faq û dabikan datînin ser sergoyan da ku van çûkan bigrin.

 
Mala Sergînan û Tar

Sûd girtin

biguhêre

Di cotemeniyê de sergîn ji boy gubrekirina erdê tê bikaranîn. Wekî din, dema ku sergîn tê tirş kirin ev gaza Metan ya ku jê derdikeve, wek Biogas ji boy şuxilandina gelek aletan dikare were bikaranîn. Herwiha, bi alikariya gazê meriv dikare ceyranê jî çêbike, ji ber ku di sergînê de gelek enerjiya fîzîk heye.

Di herêmên Alpan, Tîbet, Hindîstan, Tirkiye û Kurdistanê sergîn tê hişkkirin û di zivistanê de ji boy germkirina malan di sobeyan de tê şewitandin.

Herwiha, sergîn ji boy avakirina xane û malan jî rolekî mezin digire. Li Hindîstanê sergîna hişk wek erda malan dihat bikaranîn. Dema ku gubre serde dihat talkirin erd hişk, duz û bêbehn dibû. Li Efrîka jî bi sergînê dîwarê malan tê xortkirin.

Tar û Tepik

biguhêre

Tar û tepik sergînê hişkkirî ne. Tepik bi destan dihê çekirin, biçûk in û li ser diwarê hewşan yan jî li bestan yên ku tavê dibîn dihê raxistin. Lê Tar mezin in û çêkirina wan jî ked dixwaze. Rêxa berhevkirî di tara bêjingan de dihê tije kirin û bi lingan dihê pêlêkirin ku bidewise. Paşî tar jê dihê derxistin û li ber tavê rêx dihê raxistin. Bi vî haweyî hilandin û kişandina rêxê hêsand dibe.

Çavkanî

biguhêre
  • Werner Nachtigall: Lebrensräume. Mitteleuropäische Landschaften und Ökosysteme. BLV Verlagsgesellschaft, München, 1986 ISBN 3-405-13254-1

Girêdanên derve

biguhêre