Senfoniya 9em a Beethoven
Senfoniya 9em a Beethoven bi D mînor/reya biçûk, opus 125, senfoniya koroyî ye, senfoniya tam a dawîn a Ludwig van Beethoven e. Senfonî di navbera 1822 û 1824an de hat çêkirin, dema Beethoven ji xwe kerr bûbû. Ew di 7ê gulana 1824an de li Viyanayê hate pêşkêşkirin. Gelek rexnegir û muzîknas vê senfoniyê wekî berhema herî mezin a Beethoven û yek ji mezintirîn destkeftiyên dîroka muzîkê dihesibînin.
Wekî yek ji navdartirîn berhemên muzîka pratîka giştî, ew li cîhanê yek ji senfoniyên herî pir têne lîstin tê hesibandin. Senfonî mînaka yekem a bestekarekî mezin bû ku dengan di senfoniyê de bi kar tîne. Gotin di tevgera dawîn (4.) a semfoniyê de ji aliyê çar solîstên stranbêj û koroyekê ve tên gotin. Ew ji An die Freude, helbesteke Friedrich Schiller ya 1785an, ku di 1803an de hate guheztin û bi lêzêdekirina nivîsê ji hêla Beethoven ve hatî vejandin, têne.
Di sala 2001an de destnivîsa orîjînal a Beethoven a ku di Pirtûkxaneya Dewletê ya Berlînê de ye, di nav Lîsteya Mîrateyên Bernameya Cîhanê ya Bîrnebûnê de ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hat sazkirin wekî yekem partisyon bû.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |